YULMAZ GUNEYÎ 23 SAL PIŞTÎ KOÇBERBÛNA WÎ YA DAWÎN

Abdullah ÎMAM
baveroni@yahoo.com

  Piştî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd  Yulmaz GUNEYÎ  hîn li ser  zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û Cîhanê de hîn şewqa xwe dide rêya nifşên ayîndeyî .

   Di  vê gotara kurt de min xwezt Yulmaz Guneyî   bînime   bîra  xwendevanên  hêja , çimkî   koçberbûna  wî   dikeve   vê   meha Êlûnê berî 23 salan .

   Yulmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala 1937 z . di malbateke xizan de ,  li  Bakurê  Kurdistanê ,  devera Edenê ,  gundê  Yenicê ,  û bavê  wî yê ku karkerekî çandinîyê bû , ji eşîra Zazan a ku li  devera  Mûşê  cih  digire . Malbata wî ji Mûşê  hatibû  bidûrxistin piştî şerê desaleta Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê Ataturk de .
Piştî ku temenê wî bû 16 sal , Yulmazî dest bi naskirina rewşa milletê xwe kir , û hêdî – hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giştî kir û bala xwe kişande Sînemayê .

   Piştî sala nozdemîn ji temenê wî , Yulmamzî navê xwe kir « Guneyî » li şûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî bi wateya belengazî dihe, nîşana jiyana wî ya xerab û bêşahî bû .

   Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paşê jî lîse ji kulîja mafan hilgirt .

   Girtin  û  zindan  bûne  beşekî  di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de ,  û wî  nivîsandina  xwe  berdewamkir  di  hundirê  girtîgeh   û   zindanan  de ..  di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya sînemaya turk de ,   ji  ber piraniya  wênegirtin  û  leyiztikvaniya wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê  de  dev  ji  sînemaya  bazirganî  berda ,  û  berê  xwe  da  sînemaya ciddî .

   Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna wî bihtirî  sed  sal  zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de .  Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û  derkete  derveyî  Turkiyê . Û li  Parîsê ( paytexta Fransayê )  karekî giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend hevalên din.

   Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata Turkiyê.

   Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê Sebtemberê sala 1984 ê de bû , li nexweşxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franşî lê niherî wek lehengekî şoreşa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo azadîyê û li dijî sitemê.  

   Guneyî lehengê bihtirî şêst filmî bû di navbêna salên 1959 – 1973 , û beşdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de .

   Bi mirina Yulmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî , mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhişt .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…