Bêzarbûyîna Ziman

Siyamed Sîpan Uğurlu

Berî xwe bera nav bahr û okyanûsên keserên xemgîniya xwe berdim, ka em nirxandinek li ser ziman bi hevre parve bikin:
„Dernekeve ji mal e
Hem ciwan e hem kal e
Geh şûr e geh mertal e
Hem neyare hem heval e
Geh şêrîn e geh tahl e
Geh rastiye geh xeyal e
Hem çol e hem jî mal e
            Berî her tiştî ew rûmet bi navê ziman e”
Belê babeta me Zimanê Kurdî, Zimanê Zikmakî ye. Gelo gotina zikmakî di wateya xwe de çi vedişêre? Bêje ya „Zikmakî“ tê wateya zimanê zikê dayikê. Ev jî tê wateya ku perwerda ziman ji zikê dayikê destpê dike. Dema dayik diaxive, zarokê ku hîna haya wî ji rastiyên tazî tuneye, zimanê dilê dayikê, zimanê ku dayik diaxive jiyan dike ango gûhdarî dike.
Me gotibû ku mijara me yî vê nivîsê Ziman û bi taybetî Zimanê Kurdî ye. Lê ka em bi hevre li derketin û pêşketina ziman bi gelemperî temaşe bikin:
Berî ku mirov ji çaxa sewalan derbikeve û bikeve çaxa mirovahiyê, ku ev em wek „Ravejînê“ bi lêv dikin ango „Evolution“ ji bo derbaskirina wê demê xala herî girîng û herî mezin ziman bû. Bi qûrtasî cûdahiya di navbera mirov û sewalan de zimanê meye, ku me tînê asta ango neçarî fikrandinê û bi tevgerek bi aqil dike. Cîhêrengiya me ya ji ravejînê heta roja îro eve. Ziman di derbasbûyîna çaxa ravejînê rola rêgeha rêbertiyê lîstiye.
Piştî ravejînê bi hezaran zar û ziman pêşde ketiye. Ev pêşdeketin bûye sedem ku îroj roj nêzîkî derdora 6 hezar ziman û zarava li cîhanê heye.
Ger ziman winda bive ev tê wateya ku mirov vedigere berî ravejînê.
Belê, em rêwîtiya xwe ya ziman di nava rûpelên dîrokê de berdewam dikin. Em rûpelê dîroka Mîtolojiyan ango Cîhana Xweda û Xwedawendan vedikin. Xweda û Xwedawendan yekem car hewl dane bi ziman têkîliyê bi mirovan re deyne. Li gora tê gotin di çîrok an jî mîtolojiya afirandinê de tê gotin ku ji ber ku Prometheus nîv mirov û nîv xwedaye, bi alîkariya hêza xwe yî afirîner dengek ku mirov dikare pê derd û kulê xwe bireşîne daye mirovan.

 

Prometheus ew xwedayê ku, ji ber ku agir ji cîhana xweda û xwedawendan diziye û ji mirovan re aniye, ji aliyê Xwedayê Xwedayan Zeûs ve tê sezakirin. Li gora sezayê Zeûs dibê Prometheus bi latan bi cincîran were girêdan û dibê her roj qertelên birçî ji laş, gurçik û dilên wî têr buxin. Prometheus her wiha tê wateya yekem car Serhildanê, yekem car Berxwedanê, li hemberî desthilatdarî û zordestiya xwedayan anjî kesên ku sîstema desthilatdariyê bi rêve dibin.

 

Piştî çend bêje yên li ser Prometheus ka em binerin bê zanyar û feylezof Platon ji bo ziman çi gotiye. Platon ji bo ziman wûsa diaxive: „Ziman xwe bi hevdû hînkirindayin, pêj avêtin û palvedan e.

 

Dema em xwe bera çaxa antîka Grekan dide û dinerin bê zanyar û feylezofên mezin, hîna wê demê bi çi girîngiyê ziman vegotiye, mirov matmayiyê nêzîkatiya mirovên roja me li hember ziman, dimîne.

 

Mirov dikare ziman mîna mala heyî anjî saxlem bi nav bikin, zimanê di xeterê de, tê wateya dîwarên malê di xeterê deye, zimanê di xeterê de, tê wateya, rizandina stûnên malê.

 

(…ewê berdwam bike)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…