Nivîsên rexneyî .. Nimûne (Brahîm Mahmûd)

  Arşevê Oskan

• Ku rexne neyên pejirandin, dê wêjeya me di çi rewşê de be?
• Nivîsandina rexneyan, piştrast dike ku wêjeya kurdî li ser lingan e!
• Çima em ji rexneyan ditirsin?
• Gelo rexnevan di nav kurdan de hene?
• Nivîsa B. Mahmûd ji kêre hatiye nivîsandin?
• Em çiqwasî di rexneyan de dighên û ji pesnan hez dikin?
Ev pirs û gelek pirsên din, di serê me de digerin, ji vê sedemê, em werin û dest bi xwendina nivîsa rexneyî ya lêkolîner Brahîm Mahmûd bikin, ya ku li ser hijmarek helbestên kurdî nivîsiye. Bi xwendina min re, ew hizra ku tenê ev nivîs ji kurdên ku zanin bi erebî bixwînin re hatiye nivîsandin. Ev bi serê xwe dibe cihê xemgîniyekê ji bo wan xwendevan û nivîskarên kurd ên ku bi zimanê erebî nizanin û nikarin ji van rexneyan sûd werbigrin. Ligel ku ew ne ji ereban re jî hatiye nivîsandin, ji ber ku ew perçeyên helbestî, piranî bi zimanê kurdî, tîpên latînî hatine belavkirin. Dibe ku mirovek bihizre ku çima brêz Mahmûd bi kurdî nerîn û rexneyên xwe nenivîsandine, lê bi hêsanî ez dikarim bibêjim: ez bawer nakim ku bi kurdî karîba wan hizrên xwe bi awayekî berfireh û bi wan termên felsefî li qelem daba, ne ku kurdiya wî lawaz e, lê belê ji ber aloziyên peydakirina termên felsefî ye. Ji ber vê yekî min xwest ez balê bikşînim ser van nivîsên ku dûrî çanda pesin û navtêdanê ye û birînên me wisa bi awayekî akadîmî destnîşan dike. Lêkolînerê me, ne tenê li ser kurdan, lê belê li ser hizr û wêjeya erebî jî rexneyan dinivîse û dibe cihê balkişandina xwendevanên wan jî û pirtûkên wî li gelek welatên ereban hatine qedexekirin, hem ji ber nerînên wî hem jî ji ber rexneyên wêrekî ku li sînoran nasekine.
Bi rastî jî, heger rexne li wêjeyekê nebe, ew wêje her lawaz û kêm dimîne. Bi van rexneyan hem em dikarin nivîsên xwe nas bikin û ji wan kêmasî û nexweşiyan rizgar bibin. Di baweriya min de, ev tenê rêya ku berê me dide dahatûyeke bi ronahî û wêjeyeke dewlemed û şaristaniyek hemdemî. Lê mixabin, dema gelek ji me navê rexneyê dibihîzin, dilerizin û yekser êrîşkirinê li hember xwe dibînin. Bê guman, ev ne ji ber xwe tê, helbet sedemên wê yekê jî hene. Sedema yekem ku em fêrî çanda pesnan û têde perwerde bûne, ya diwem, em ji xwe ne bawer in û ditirsin, ku di ber pêla rexneyekê re tune bibin. Nivîskariya me ji me destpêkiriye û nirxandin û pîvana me jî li me vegeriya ye. Bi gotinek din, em nivîskarê zimanekî qedexe ne û di tirsînê de mezin bûne. Niha tu devê kê vedike, dibêje ez bi nivîsê dest davêjim metodên netewî yên pîroz û wê diparêzim. Di bin van durişman de, me sînor li ber rexnevanên wek berêz B. Mahmûd jî girtine û em rexneyên wan napejirînin.
Pejirandina rexneyan bi xwe têgehiştina hizreke bilind û sîngeke fireh e, ji ber ku ev rexne çanda wê civakê di rêya wî nivîskarî re ava dike û dibe mîna gundekî ku dektor lê hebe û zarokên wî gundî ji ber nexweşiyên giran êdî namrin. Kesên ku ji xwe nebawer be, mîna dîwarê hejok e, ku ba jî lê dide tê ku bikeve. Îca di baweriya min de, wek mirovekî kurd û di nav dabaş û govenda kurdan de, raza nepejirandina rexneyan, kêmbaweriya me bi xwe ye, ji ber vê sedemê, ev dîmen di nav me kurdan de têra xwe rû daye.
Sedema ku min ji bo wê ev çend xêz li qelem dan, xwendina nivîsa rexneyî ya lêkolîner Brahîm Mahmûd bû. Brahîm Mahûmd li ser helbestên ku di malperên înternêtê de hatine weşandin, nivîsek têr û dirêj li ser sembol û wêneyên helbestî û mercên avakirina helbestê, bi zimanê erebî di malpera (efrin.net) de nivîsandiye. Pirsên hundirîn yên helbestvanan û yên derve bi awayekî akadîmî şirove dike. Li ser alîyên berz û bi huner jî radiweste, ne ku tenê hatiye wek hinek ji me dibêjim ku hatiye vê wêjeyê talan bike, lê belê aliyên lawaz, hûnandin, mûzîk, bedewî, huner, têgihştina bêjeyan, girêdana hevokan, gotinên cûtî, şirovekirina helbestî û guhdana hizra xwendevan jî destnîşan kiriye. Nivîskarên ku wek nemûne aniye ev in: Nezîr Palo, Jana Seyda, Tengezar Marînî, Xemgîn Remo, Ezîz Xemcivîn, Mesûd Xelef, Arşev Oskan, Fedwa Keylanî, Fethula Huseynî, Husên Hebeş, Bihrî Bênij, Elî Kolo, Simko, Evîn Şikakî, Şehnaz Şêxê û Kurdyar Dirê´î. Di baweriya min de, binavkirin û destnîşankirina nivîsên van helbestvanan, lêmukurhatinek li bedewî û bilindbûna helbesta kudî ye û bi taybet ya kurdên rojava ye. Ango ne wek hin kesên têkçûyî ji xwe re dibêjin; helbestvaniya kurdî pûç û lawaz e. Wek hûn jî zanin, helbesta ku mercên helbestê neparêze nayê rexnekirin û di wê zeviya ku em mebest dikin cih nagre. Ji ber vê egerê û piştî vê şiroveyê, hêjaye gotinê ku em van nivîsên rexneyî bipejirînin û daxwaza ku kurd jî wek her miletên dunyayê wêjeyeke baqij û bikêrhatî ji zaroyên xwe re bihêlin hebe. Baqijî û bedewîya wan berheman, helbet piştî rexnekirin û pîvanên hunerî, dikarin xwe di pirtûkxaneya kurdî de, biparêzin û li nav wêjeya cîhanê, nûneriya ziman û wêjeya gelî kurd bikin û bibin neynika ku cîhan me têre bibîne û nas bikin.

4. 9. 2007.

www.rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...