Helbest u pexşan

Sema xwenasiyê

  Temoz ŞEMALÎ

Erê becawîşo
surûdên azadiyê
li ser doza nevegerê
bi tîrêjên hermirovahiyê
bineqşînin,
ji bona mizgîniya dazdehê avdarê
li siwarê ling windayî kin
û hezar ramûsanên
bi bihna nêrgizên Efrînê şil
li ser riwê wî biweşînin

û bêjinê
hînê ewên ku
li parçeyê lingê te digerin
westahî bi baweriyên xwe
şewitandin e.
Bêjinê
hînê ewên ku
li siya giyana hevalên te
rûniştine
ji pêşerojê re xweşbînin
û jîna berxwedaniyê bê herahera
bi nirînên li dûr didomînin.
Li ZAPê
li Avaşîn
paytexta awaza sûlava
pelên darên şahiyê
bihna azadîxwazan
 her xweş dikin.
Erê becawîşo
vaye ez têm û dem buhar e;
li ser pişta min
barek ji silavên girtiyên azadiyê,
ji bona strana( ez Xelef im)
bi we re bistirêm
û sema xwenasiyê
li rex volkanên evînê bikim.
Ji her kesên ku
bi bîranîna avdarê
 serxweş dibin
û ji vêketina sî û pênc mûman re
serî ditewînin,
ji yên bi bîstina navê Mizgîna hefdeh salî
kesereke kûr dikşînin,
ên ku ez  nasnakim
ên ku ez nasdikim
bi ser we hemiyan ve
goşiyên gulên rêzbendiyê diweşînim.
Ezê hemî wênekêşên cîhanê bicivînim
bi zêrava dilê dayîkên dilsoj
ji zarokên Cindirêsê re,
ji keçikên Amodê re,
û şêrên becawîş ên Qamişlo re
wêneyeke zêrî
li ser riwê rokê
bineqşînin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…