NÎMA

Hozan Robar

Di meha gulanê de, di çarçoveya mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî de, fîlmê derhênerê kurd Behmen Qobadî yê bi navê “Nîma” li Stenbolê hat berçav kirin, wê demê rojnamegeriya kurdî ew çalakî şopandin û navê fîlmê Qobadî wergerandin kurdî, piraniya wan wateya NÎMA danîn “nîvê heyvê” û hinan ew danîn “heyva çardeh şevî”. Hîn wê çaxê min dixwest ez dîtina xwe derbarê wergerandinê de bidim û ragihînim ku pêdivî niye em wê wergerînin kurdî ji ber ku peyva Nîma bixwe kurdî ye. Lê ji ber ku navê keça min Nîma ye, hertim wateya Nîma ji min tê pirsîn ji lewre min xwest ez peyva Nîma bidim ber ronahiyê bo ronahiya Nîma ji her kesî re eşkere bibe.
Nîma peyveke hevbend e, bendê yekê û bendê duyê ma helbet herdu bend hatine kurt kirin ji lewre em ê koka herdu bêjeyên xwerû derxin û wateya wan rave bikin hingê wateya bêjeya hevbend Nîma dê bixwe eşkere bibe.

1- nî: koka wê yek ji van bêjeyên hemwate ye “nîv, nîw, nîm” her sê bêje kurdî ne, her yek ji wan di şêwezarekî (zaravayekî) de tê bi kar anîn. Nîv di kurmanciya bakur de tê bi kar anîn (nîvê 10””””an 5”””” in), nîw jî di kurmanciya başûr (soranî) de tê bi kar anîn, lê nîm di di şêwezarê hewramî (Goranî) û kirdkî (zaza) de tê bi kar anîn û ew bi zimanê kurdî yê kevin e, û her wiha ew bi farisî ye.

2- ma: koka wê yek ji van bêjeyên hemwate ye “mah, meh, mang” her sê bêje kurdî ne, û her wiha her yek ji wan di şêwezarekî de tê bi kar anîn, bêjeyeke dî heye wateya wan dide ew jî “heyv” e, an jî “hêv, hîv” helbet ev kom bêje du wateyan didin, yek: heyva li asîmanan ya ku li dor erdê digere. Du: heyv (hokerê demê) anku demek ji salê (mînak meha adarê). Helbet wateya duyê ji wateya yekê hatiye anku ji heyva li asîmanan çunkî di dîrokê de dema Someriyan salname afirand serete bi riya heyvê roj hejmartin û paşê derdora sala 1200 B. Z. Babilyonan salnameya rojî afirandin.

Em dizanin her mehek heyvî 28 roj in, ew bi derketina heyvê re tên hejmartin di destpêka mehê de heyv tenik û zirav e, û her roj mezin dibe ta roja 14””””an bi şevê ew sergihayî gulover dibe, helbet ew roj nîvê mehê ye (14/28) anku Nîma, heyva çardeh-şevî, ne çardeh-rojî çimkî heyv bi şevê xuya dibe. Wisa ji me re wateya Nîma dixuye lê teşeyê peyvê wek me da xuyan kurt bûye:

nîm+mah= nîmmah = Nîma

nîv +mah= nîvmah = Nîma

nîw+mah= nîwma = Nîma

li vir em ê xuya bikin ku mebest ji navê Nîma, dema heyv topik û gulover be anku heyva çardeh-şevî ji lewre gelek caran kurmanc xweşî û ciwaniya rûyê keçan bi heyva çardeh-şevî dinimînin, lê eger em bibêjin nîvê heyvê bîra mirov diçe ser heyvê dema şêweyê wê nîv gulover be, lê bixwe mebest nîvê rojên heyvê ye anku dema heyv topik û gulover be. Di zimanê erebî de jî bêjeya (bedir) bi wateya Nîma ye, her wiha di her zimanekî de bêjeyek bi vê wateyê heye.

Bêjeyeke dîtir heye di şêwezarê kurmancî nahê bi kar anîn, ew jî Nûma ye. Dema heyv di destpêka mehê de be anku dema ew tenik û zirav be, jê re Nûma tê gotin Nûma anku meha nû, di sereteya meha nû de heyv tenik û zirav e, di zimanê erebî de jî bêjeya (Hîlal) bi wateya Nûma ye.

Ji bilî van wateyan, heyv gelek wateyên dîtir dide, heyv şeva reş ronî dike roniya xwe dide erdê, girîngiya heyvê li pê rojê hatiye her wiha di gelek olên kevin de ew pîroz bûye, di hinan de jî wek xwedawendekê cî girtiye, her wiha bi dirêjiya dîrokê mirov hezkirina xwe ji şêwe û ronahiya heyvê re derbiriye, û mirovan heyva asîmanan wek navek nêvnas li zarokê xwe kirine û gelek nav dîtir jê çêkirine wek: hêvîn, hêvron, hêva,…

Ev hewldana me bo em bêjeyek nû li ferhenga kurdî kom bikin, û zimanê xwe dewlemend û zengîn bikin, zimanê me bi sed salan e, ku bê xwedî ye ji lewre ji hemû layan jê re kar û xebat divê û nemaze ji hêla ferhengî ve. Me bi vî karî xwest ku dilopekê li derya ziman zêde bikin, em bi hêvî ne ku mebesta me bi cî hatibe.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…