Hirço van sedeman dike mehne ji bo Kurdan dijî dostaniya Israîl sor bike, û ji wan bixwaze ji bo piştivaniya Filestîniyan bikin, ji ber ku Israîl ti carî piştgiriya Kurdan nekirî ye.
wek hun dibînin Hirço di vir de bi locîkekî siasyî durust diaxive, locîka (berjewendiyên hevbeş) têwate çê nabe Kurd piştivanê Israîl bin ji ber ku Isarîl ti qencî bi Kurdan nekirî ye, ok emê li gor vê locîkê herin, eger Hirço lêpirsînê li Isarîl dike ji ber ku piştigirî nade Kurdan, divê bi heman locîkê lêpirsînê li Filestîniyan jî bike, û bipirse: ka gelo Filestîniyan çi qencî bi kurdan kirine çi piştivanî pêşkêşî wan kirine, lê Hirço wusa nake, lê kêmasiyê Israîl derbarê Kurdan de diyar dike, û Gunehên Filestîniyan der heqê Kurdan de vedişêre, û hema wilo bê şîrovekirin ji Kurdan dixwaze ku alîkarê Filestîniya bin.
na Hirço efendî na lîstika Te bi hesanî li ser me nameşe, çilo Te kêmasiyê Israîl ji hêla Kurdan de diyar kir, ezê jî gunehê Filestîniyan di derbarê Kurdan de eşkere bikim, emê bêjin: Israîl ti qencî bi Kurdan nekir lê wê ti xerabî jî bi wan nekirî ye, mirov dikare bibêje, Israîl ji bo Kurdan ne Doste û ne Dujmine, an ku bê alî ye, Ti dibêje pêdivî ye ku Kurd piştgiriyê bidin Filestîniyan, başe ka bêje me gelo Filestîniyan çi qencî bi Kurdan kirine, çi piştgirî dane wan da ku Kurd qenciyên wan li wan vegerînin.
Hirçê bê pirç de fermo bike qenciyê ku Filestîniyan bi Kurdan kirine bijmêre, ez şert dikim ku Ti new qenciyekê bibîne, lê belê Tê gelek xerabî û bêxetiyê wan di derbarê Kurdan de bibîne, çiko Filestînî tim û tim Hevalbendên Neyarên Kurda ne, û hînjî piştgirên Dewletên Kurdistan dagêrkirine, û Dostê Sitemkarên ku Kurdan qir dikin.
ew kî bûn ê ku Sedam Husên pîroz dikirin dema ku bi kîmawî Helbça tune dikir, ew kî bûn ê ku navê Kurdistana Başur kirin Israîla Duyemîn, ew kî bûn ê ku pesnê Tirkî dan û Erdogan pîroz kirin dema ku Artêşa Tirk Efrîn Serkaniyê û Girê sipî wêran kir, û bi100ên Hezaran Kurdê van navçeyan çolkirin, û xaka wê dagîkirin, ew kî bûn ê ku li ser axa Efrînê Rûniştgehên (Mistewtenat) erebkirin û tirkirinê ava dikin, ma ne Filestînî bûn.
Hirço Efendî şerme ji bo Te ku Ti kêmasiyên Israîl dijmêre, lê xerabiyên ku Filestîninyan bi Kurdan kirine Te ne anîziman, gunehê Filestînîyan mrstire çiko ew tim û tim Hevalbendên Dijmin û Dagikerên Kurdistanê ne, loma a durust ku Kurd Hevalbendê Israîl bin.







Şîrove (0)