Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:16

Dr.Phil.Ebdilmecît ŞêxoHelbest di (Ronahî) de,hejmar (25,26,27,28).
1-Merşa Tîpan (Hisênê Emîn),hej.25 .2-Hisênê Emîn(Cegerxwîn),3-Bihar(?)4-Reya Teze(Qedrî Can),5-Zozan(Jandar Mîrzango),hej.26.
6- Hey felek(Cegerxwîn),7-Ey dewlemendê serbilind (C.A.B.),hej.27.
8-Bi kurtî jîna min (Cegerxwîn),hej.28.
Hisênê Emîn Merşa Tîpan bi (12) malikan nivisiye:

Ew di van malikên jêrîn de xwe mîna şagirtên dibistanê dibîne, ew bi xwendina zimanê Kurdî  xwe  şehnaz dibîne û ji xwe û  ji hevalên xwe re dupat dike ku nivîsîna Kurdî ji Kurdan re  armancek pîroz e. lê ew hîn ji guhdar û xwendevanên xwe re dibêje:Dilxweşî  û serbilindî ev e ku em Kurd bi zimanê dayika xwe bixwînin,lê divê hûn bawer jî bikin,tîpên me pir hêsan û xweş in û  bila em bi dengê bilind jî wan bixwînin.
Eger çiqas ev pêyvên jêrîn,sanahî û sakar bin jî,lê ew waneyên niştimanperwerî  giring û pîroz in  û divê ew herdem mîna zengileke xurt di guhên welatparêzên Kurd de  dengvedin.
Merşa tîpan
Em şagirt in,em dixwînin.A.B.C
Nivîsandin,ew  ji me re  armanc e
Tîpên me tev  sî û yek in  Ç. D. E
Xweşî ev e bi zimanê Kurmanc eÊ.F.G.H. him rihet e,him şêrîn.
Î.I.J.K xweş dixwînim bi qîrîn.
L.M.N.O. hê mayîne hinên din.
-2-
Gelî Kurdan ,werin tev de bixwînin .
P.Q.R.S.Ş.T.Û.U tu meyze.
V.W.X. ne,ez şaş nakim tek levze
Heşt  dengdêr in,heçî dengdar bîst û sê.
Riya ronî dibistan e ma  Y.Z.
Qedrî Can dibhîse û belkî jî dibîne ku rojnama (Reya Teze) bi zimanê Kurdî  li Rewanê (Yêrîvanê) roniyê dibîne,ew  di vê baweriyê de ye ku derçûna rojnameyekê bi zimanê dayikê mîna şoreşeke rewşenbîrî ye, ew dibêje:Ew perdeya reş xwe  di şevên  tarî de bi ser çavên me de  berdida,lê me niha  ew perde çirand û ew avête pişt sed çiyayî û nava hezar deryayî,yanê;Qedrî Can gelek bi geşbîn derçûna rojnama (Reya Teze) pêşwazî dike,lewra jî ew pir bi hêvîyek mezin helbesta xwe di bin navnîşana (Reya Teze)de  diweşîne;emê  tenê çend rêzikan wek nimûne
Pêşkeşî xwendevanên xwe bikin .
(Ew perdeya reş-tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min ….                     Ji rûyê  xwe kişand ..
Ji ber çavê xwe çirand..
Û avêt…….
Êdî…..                      bi dîtina xwe
Û bi bihîstina xwe …
Bi vîna xwe û mejî
Ez bûm însanekî nû ,piresteşê  olek nû
Û di bajarê  dil de min ava kir  holek nû. ).
Helbesta Cegerxwîn di bin navnîşana (Hey felek) bi (36) malikan di hejmara (27) an de hatiye weşandin.
Cegerxwîn gilûgazinên  pir hişk li demê dike,ew dibîne ku  ew dem pir setemkar e,zordar e û bê dilovan e û ew  ji dema bê wijdan dipirse: Ey Setemkar! Te em pir xapandine û te gelek  derew li me kirine,lê welatê me Kurdistan e,ewa xweşik û ciwan e,lê li hawîrdora me  neyar in,kanî ew bircên bilind û naskirî?  Welatê  me zozan in, deşt in, tev bax û bistan in  û eger ew qenc be yan xerap e, dîsan ew niştimanê  me ye  û me ji ber  axa  xwe de xwîn jî rijandiye û pir egît û gernasên  me  di vê qada pîroz de pakrewan jî bûne,lê li dawiyê Cegerxwîn bi hemû gelê xwe dide nasîn ku dermanê nexweşiya gelê Kurd û rêya azadiya Kurdistanê tenê  di xwendinê û nifşên nûh  de ye.
Hey felek
Hey felek,felek hey zalim felek,
Ka ew Kurdistan,ka bircên belek
Ev  hezar sal in,em kirine  ebid
Te em xapandin  bi wad  û waîd
Her çar  kenarê me bûne neyar
Welatê  me ye,xweş e Kurdistan
Zozan û deşt e,tev bax û bistan
Qenc e,xerab e,welatê me ye.
Me tê da kuştin,egît û gernas
Ma ne  hêja ye,em herdem ba kin
Yan bibine dewlet,yan bêne kuştin
Dermanê me ye  xwendin û zanîn
Her bijî,bijî  xortên nûhatî.
Celadet Alî Bedirxan helbestekê  bi (20) malikan di bin vê navnîşanê de,  (Ey dewlemendê  serbilind )di vir de diweşîne,em tenê hin malikên vebjartî li jêr dinvisînin.Celadet Bedirxan bang li dewlemendan dike û ji wan  dipirse;Ey dewlemend  tu çima serbilind û pozbilind î ?Tu çima hîn di xew da yî ? Mal û sermiyanên te pir in,zêr,milk û gundên te hene, tu  li civaka Ewropa  temaşe bike,ewê ku bi melyonan zêrên wan jî  hene,ew wan didin gelê xwe,ew li rex miletê xwe radiwestin, herweha jî Celadet Bedirxan       di vir de dîsan şîretan dide gelê xwe û ji wan re dibêje:Divê  hûn  zarokên xwe bişînin dibistanê, ew zane  eger xwendin nebe, civak û milet naçe  pêş û ewê herdem bimînin bi derd û êş.
Ey dewlemendê serbilind
Ey dewlemendê serbilind
Ma  te çiman  ser daye xew
Pir  mal û zêr û milk û gund
Bo çi dixwî  her nan û dew
Carekê li Ewropa binêr ,
Herçî  xudan  milyonê  zer
Gava ko roja  welat
Zêran didin merdane  ew
Çêkin  dibistan  û civat
Zarok bixwînin  roj û şev
Bo min  welat  şêrîn  û zîn
Her şev  li ser qêrîn û tew .
Cegerxwîn di hejmara dawiyê  ya (28) an de helbestek dirêj bi (52) malikan  di bin navnîşana (bi kurtî jiyana min ) de pêşkêşî xwendevanên (Ronahiyê) dike.
Cegerxwîn di vê helbestê de pir bi awakî kurtebirî û bi hunereke wêjeyeî  jiyana xwe li pêş xwendevanên xwe rêdixe,ew dibêje:Ez di sala 1903 an de li gundê Hesarê ji dayik bûme, navê min Şêxmus e,ez hîn sêzdeh salî bûm; ji bin zora belengaziyê,ez neçar bûm ji gundê xwe derkevim û ez hatim Amudê.Dê û bavê min jî zû çûne dilovaniya Xweda,lê jin birayê min jî bê wijdan bû,ewê gotinên êşdar bi min re digotin,lê bi ser vê de jî xûşka min jî bê wijdan bû, ewê ez kirim şivan.Cegerxwîn hemû êş û azerên xwe  bi hevîra vê helbestê istra,em tenê çend malikan li jêr wek nimûne bi xwendevanên xwe didin nasîn.
Bi kurtî jiyana min
( Sala hezar û nehsed  û sê ez hatim dinyayê,
Bi navê Siltan Şêxmus ez çêbûme  ji dayê .
Heta  bûm  sêzde  salî  li gundê  me  yê Hesarê
Ji tengasî,neçarî  me ew gundê  xwe berda
Hatin  Amûda  rengîn,bavê min zû omir da ,
Diya min a belengaz  50 salî  dilovan,
Salek piştî  bavê  min  ew jî  li wî bû mêvan.
Birayê min  ê nîvmele ji alema rohanî,
Wî pîreka xwe anî  bê wijdan û bê mijî,
Bi gotinên xwe  ên  çors,ew min bê derb  dikujî.
Xweşka min a xwendewar bê însaf  û bê wijdan,
Ez reviyam  hatim cem wê jî ez kirime şivan.
…..).

Dumahîk heye
Efrîn.27.07.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…

Şêrîn Saado

Şev di zikakên gundê me de

Bê dengin

Heyv sitêran

Li der dora xwe di civîne

Bi pertewên ronahiyê

Wan di nixumîne

Û bi awazên lal

Wan di landika

Bîrdankan de dilorîne ..!!

Çihrên hinasan

Bi dîwarên…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…