Çîrok

Kabîneya dawî ya li trênê..

Dostoyevskî*
Wergerandin: Mahîn Şêxanî.*
 Her sal dê û bavê Martin ew bi trênê
dibirin ba dapîra wî da ku pişûdana havînê derbas bike. Paşê wî dihêlin û roja
din vedigerin. :Vêca di salekê ji wan re gotEz niha mezinim..?. îsal bi tena serê xwe ezê herim ba dapîra
xwe.

Zarok cara ewil bêyî malbata xwe bi tena serê xwe li trênê rûnişt. Ew ji pencereyê li peyzaja ku vedibe temaşe dike û dengê mirovên xerîb ku li dora wî radibin dibihîze.  Ew derdikevin û dikevin kabîna wî… Ta ku pandî trênê jî şaş ma û li ser bêparbûna wî pirs jê pirsî. Jinekê jî çavekî xemgîn lê da. Martin tevlihev bû û xwe nebaş hîs kir. Paşî hest bi tirsê kir… ji ber vê yekê ew xwe avêt ser kursiya xwe û çavên wî tijî hêstir bûn.  Di wê gavê de pistîma bavê xwe hat bîra wî û ji bo kêliyek wisa tiştek xistiye berîka xwe. Bi destekî lerzok li bêrîka xwe geriya û peleke biçûk dît… *Wî ew vekir: “Kurê min, ez di beşa dawî ya trênê de me.”* Jiyan wiha ye, em baskan didin zarokên xwe, em bi xwebaweriyê didin wan… Lê heta ku em sax bin divê em her tim di kabîna dawî de bin…   Çavkaniyek hestek ewlehiyê … ji bo wan.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…