Ezbenî! Em Bendewarên Şadiyê Ne!

Konê ReşEzbenî! Çima şadî di rê de winda dibe?! Navnîşanên ku ji mêj ve, me di kolan û çardiryanên welatê xwe de danîne rastin; Çira û Xetîr vêketîne.. Derî û pencere vekirîne.. Cil û bergên nû li me ne.. Û baş box û beranên me hatine serjêkirin..!
Mixabin! Çavên me qerimîn û şadî ne hat..! Ne me ew ji bîr kir û ne ew winda dibe.. û wiha em di welatê xwe de, di nav êş, jan û sirgûnkirinê de, çavnêrên wê ne.. Her ku deriyek vedibe, em dibêjin; belkî şadî têre derbas bibe! Her ku mûmek vêdikeve, em bi hêvî dibin ku li ber ronahiya wê şadiyê bibînin..

Lê sed mixabin! Gelek sal derbas bûn û me ew şadî nadît.. Tevî wilo jî, em çavnêriya wê dikin..! Û bi hêvî ne ku bi serbestê bi zimanê bav û kalên xwe bikenin û bigirîn.. Bê tirs çîroka (Memê Alan, Siyabend û Xecê û Derwêşê Evdî), Ji zarokên xwe re bêjin û wek netewekî azad, xwe di nav civaka netewên dinyayê de bibînin..Erê her em ê bendewarê şadiya welatê xwe bin. Belê ezbenî! Ku ez û te zimanê xwe, dîroka xwe û navdarên xwe nas nekim, em ê çilo xwe bi xelkên dinyê bidim naskirin?
*         *          *
Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Almanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, ya din nepen û veşartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiştên veşartî gerya ye.. Belû ye tiştên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiştên ne diyar, bi hunereke bedew û bawerî diyar bike.. Erê ezbenî wek ku kurdan gotiye; “Bi xweziya kesî ranehiştiye baqê keziya”.
*         *          *
Ezbenî! Nikarim bi her kesî re bikenim.. Bi her kesî re bigrîm..! Dixwazim normal bijîm, rojên xwe wek rojên her çar demsalên salê derbas bikim: Zivistanê; xwe ji şîpên berfa çiyayê Toros û zagros biparêzim.. Buharê; bi çûk û çivîkên welatê xwe re bifirim.. Havînê; bi roka welatê xwe re bikenim û Payîzê; sapê jiyana xwe, li Beriya Mêrdînê, ser bênderên Doda bidêrim û bidêrim..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…