Diyalog…alava birêvebirina hemerengiya civakê


Ebdilbaqî Elî
Pirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin?
Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin?
Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane?Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne.

xweda mirov cubicur ȗ ne wek hev afirandine ,bi hemȗ reng ,deng ,zar ȗ zimanan çêkirine ,ȗ her komeke mirovan di vê cîhanê de xwedî çanda xwe ya taybete.
ger xweda bixwesta wê cîhan bi tevayî yek netew ,yek ziman ,çêkiribane lê pirnetewî ȗ pir ziman ȗ her wiha hemerengî bi giștî irade ȗ daxwaza xweda ye ȗ ciwanî ȗ xweșikayiyê dide jiyanê ,ȗ eva simbola hemerengiyê ye ,ȗ jiyan pêkve berdewam dibe.
ev cudahî ȗ newekheviya mirovan bi çend reng ȗ cureyan diyar dibe wek: rengê çerm ,ol ȗ mezheb , çand ȗ ziman, etnîk û netew,….hd
digel van cureyan çîn ȗ qad jî cudahiyê dike navbera mirovan de ,di navbera hejar ango pirolîter ȗ sermayedaran de ,Jiber ku wek tê gotin her asteke civakî ramanekî di pejirîne ( ji her qadekê re ramanek heye (
ligel wê jî nexșeyên siyasî ȗ dabeșkirina ciyografî jî cudabȗnekê têne holê ȗ bîr ȗ baweriyên ciyawaz di çesipîne.Bê guman pirjimarî bi wata hemerengî ȗ ciyawazî diyardeyeke xweristiye di hindor civak ȗ komelgiha  parçikirî dinavbera çîn ȗ qadan de, ku li gor saman ,raman ȗ edyolociyê ji hev cudane ,digel cudabȗna li gor ol ,ziman ,netew yan li gor cudabȗna civakî ȗ regezî wek jin ȗ mêr yan li gor cureyên kar ( bazirganî ,çandin ,çêkirin ) yan jî karê destekî ȗ mêjî….td .
pirjimarî ne piroblem ȗ arîșe ye ,xemleke civakiye ,civak bi pêkhateyê xwe zengîn dibe ȗ di çarçoveya siyasî de jî pirjimarî nifșek ji dewlemendiya niștimaniye,belê carna ev pirjimarî ȗ pêkhateyên curbicur wek problem ȗ arîșeyan li hember desthilata civakê derdikeve dema ku ew ciyawazî ȗ hemerengî berhemin nêgetîv wek têkdana aramî ȗ aștiya civakê bi xwere tîne ,nakokî ȗ rikberî serî hildide ,kîn ȗ zikreșî peyda dibe ,șer ȗ pevçȗn ,ta ceng ȗ șerên giran ȗ mezin jî derdikevin holê.
Ji mêjve nakokî ȗ rikberî dinavbera nifș ȗ cureyan de heye ,wek nakokiya helwest ȗ bîrȗbaweriyan dinavbera oldarî ȗ bê oliyê de ,di navbera rastî ȗ çewtiyêde ,ligel nakokiya çînî ya dinavbera sermayedar ȗ pirolîtaran de ,….Ango Pirjimarî ȗ hemerengiya civakî pêdivî ȗ pêwîstiyeke dîrokî ya komelgeha mirovane ,ȗ di pirosesa demuqratî lîbîral de mirov dikare bi bawer be ku pejirandina hevrikiyê ȗ aliyên dijber ,vegustin yan zîvirandina desthilatê ku bingeha civakî ya beryardar ȗ hevpișk fereh dike ,pirjimarî ȗ hemerengî di damezirandin ȗ sazkirina șepêlên çandî ,tevgerên civakî ,sendîge ȗ yekîtiyan ,yan partiyên siyasî ȗ komelên curbicur de diyar dibe. ȗ giringî ȗ pêwîstiya avakirina hevbendiyan jibo kișandina raya giștî ȗ komkirina dengan serî hildide.

Ji lewra giringe mirov alavên pêkvejiyanê pêkbîne da ku jiyan bi awayekî xweș ,bê giriftar birêve biçe. ȗ hevpejirandin riya rast ȗ dirist ,belê gerentiya pêkvejiyanê ye.
Ger komelgeh bixwaze bi aștî ȗ aramî bijî divê her kêșe ȗ piroblimên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin ,desthilat ȗ rêveberiyê bi aștiyane veguhêzin ,ȗ desteser bikin ,yek bide dest yekî ,her yek desthilatê bi mafê herkesî nasbike ȗ bi çesibîne ,bi bawer be ku kesek ji mirovan ne jêderê rastî ȗ heqîqetê ye ,belkî rastî ȗ heqîqet bi tevayî ne li cem kesekiye ,her yek hin ji rastiyê ȗ hin ji șașiyê jî li cem wî heye.

ȗ jivir pêwîstî ȗ giringiya diyalog ȗ gotȗbêjê der dikeve ,çareserkirina nakokiyan bi riya diyalogê baștirîn ȗ çaktirîn çareseriye ,belê belkî mirov dikare bibêje ku diyalog ȗ giftȗgo take çareya rast teqîneye jibo giriftar ȗ pirobleman.
Diyalog alavek aștiyane ji alavên rêvberiya nakokiyên civakê  ,alava çareserkirina piroblim ȗ kêșeyane ,pirosesa veguhestin ȗ tevlîhevkirina nerînê dinavbera hêzên siyasiyên hevdij di lașê her rêjîmê de ye ,lê ta ku diyalog bi ser bikeve ,bi sȗd ȗ mifa be ,têkeve xizmeta pêkhateyên civakê bi giștî de , maf ȗ bercewendiyên hemȗ aliyan diparêze ,ȗ nakokî ,piroblem , ȗ kêșeyan çareser bike divê çend mercên despêkî civakî ȗ siyasî yên erênî têde pêkbên, ji wan: erê kirina pirjimêrî ȗ hemerengiya siyasî di çarçoveya sîstema siyasî de ya ku desthilatê bi riya hilbijartinên zîvronek vediguhêze , qedexekirina tekrewiyê ȗ giritina desthilata tekane ȗ kesayetî jibal kesekî yan girȗpekî yan rêxistinekê ve yan ta desthilatê bixwe ve jî.

Biserketina diyalogê pêwîstî bi hebȗna çanda danpêdanê bi nerîna dijber ,rêzgirtin li derbirrîna piraniyê ,hebȗna çanda lêbȗrîn ȗ nefret kirina tond ȗ tîjiyê heye,
ȗ pêdiviye mirovatî ,dadmendî ȗ wekhevî pirensîba herî bilind be di diyalogê de, divabe mirov tev xwe bispȇrin diyalogeke vekirȋ berfereh ,ligel ragihandineke azad ,hemereng û pirjimȇr ya ku nûneratiya tev çȋn û şepȇlȇn civakȇ bike.
vekirina asoyȇn azadiya gotin û derbirȋnȇ,û veguhestina raman û biryaran ,û avakirina maseyȇn danûstandin û gotûbêjȇn civakȋ yȇn rȇzdar û rexneyȇn akadîmî yȇn zanistî, ji mere giringin ,jibo lihev gihiştin ,naskirin û pejirandina taybetmendiya herkesekȋ ȗ her cujre komên mirovan.

Vêce mirov dikare bibêje ku kengî diyalog bȗ bîr ȗ baweriyek civakî çesipandî ȗ yasayî ȗ bi bihayekî siyasî bilind hate nirxandin ,hingî mirov dilniya dibe bi çareserkirin ȗ rêvebrina civakê bi rêyeke aștiyane bê tund ȗ tîjî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…