Tengezar Marînî
Tiştek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike.
Ziman ji mejî û hiş re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê ji çev re.
Zimanzanekî elman î bi navbang, Wilhelm von Humboldt (1768-1835) dibêje: “Welatê rastteqîne ziman e. Ew bêrîkirin diyar dike”.
Ziman, hem mal e, nasname ye, hebûn e û dil e. Em dinerin, êrîşa li dijî kurdan bi sivikatiya bi zimanê wan dest pê dike. Bizava zimanjibîrkirinê bi metodên zanistî û plankirî têne bi rê ve birin.

“Êrîşa zimanê miletekî, tê wateya êrîşkirin û êrîşbirina ser dilê wî”.
Karê baş ku em bo zimanê xwe bikin 2 tişt in:
Karê baş ku em bo zimanê xwe bikin 2 tişt in:
1. Pak bikin, ji jibîrkirinê rizgarbikin, di rêya axaftina di malên xwe de, bi wî zimanî, çandina hezkirinê bo zimên di nax û wijdanê malbatê de û bihêzkirina tevgera wergerandinê bo zimanê xwe.
2. Bihêzbûbûna danasîna xwe di rêka çand, tore û wêjeya xwe bi biyaniyan di rêya bizava wergerê bo zimanên din.