Du helbestên Alexandra Nicoud


Ji Îngilîzî: Çiya Kurd

TEBAX

Ne girîng e ku lêvên min
nîgarkirina dengdêrên navê te
bêyî ku bersivekê werbigirin berdewam bikin.
Ne jî girîng e ku serê tiliyên min
daxwaze daketina ser çermê te berdewam bikin.
Pir dûr e…

Ne girîng e ku hemû êşên min bimirin
û di nav destên te de aram bibin.
Niha tune ne…

Na,
yek ji wan ne girîng e
dema ku dil û can hov bin…
Şewitandin.

REH

Ez ji laşê xwe derketim
mîna kesekî ku ji maleke şewitî derkeve.
Laşê min êdî ne cihekî ewle ye.
Êdî ew nabe…

Ji nişkêve hemû çivîk,
di nîvê firînê de, ji asîman ketin
çivîkên spî û yên reş,
yên gewre û yên biçûk,
yên ku bilind difirin
û yên ku nizm dizivirin ser rûyê erdê…
Ewr dibare,
roj xwe vedişêre,
heyv xuya nake…
Otombîl radiwestin,
rêveçûn hişk dibin,
banê malan hildiweşin
û di cih de hemû keç dişewitin,
keç û neviyê keç,
xwişk û keçên xwişkan,
dotmam û xwedawend…
Hemû keç di malên xwe,
di odeyên xwe,
di nivînên xwe de tên şewitandin.  
Li her malekê,
li her gundekî,
li her bajarekî agir li pey agir vêdikeve,
agir alîkariyê dixwaze…
Û tu dibihîzî
û tu hewl didî ku biqîrî…
Lê tu tenê keçek e û keçên di nav agir de
nikarin biqîrin….
————-

Alexandra
Nicod helbestvan û lîstikvana şano û sînemayê ye, ew Swîsrî-Spanî ye.
Ew nivîskara gelek şanoyan e, û herwiha ew xudiya pirtûka helbestan
“Deshielo” ye. Ew beşdarî xwendin û festîvalên helbestê yên navnetewayî
li Swîsra, Îspanya û Marokkoyê û hinek welatên din bûye. Hinek ji
helbestên wê di kovar û antolojiyên helbestî yên navnetewayî belavbûne û
hatine wergerandin zimanên din.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…