Dilovanî Tu Yî


Gulistan Awaz
Ji du salan de!
Sibehên bê te
Her ku bi ser rêya hilhatinê dikevin
Pirsa tîrêjên çavên te
Tava dengê te dikin
                    Rê, şaş û winda dibe…
Cejn û şahiyên bê te
Her ku dikin canê me bixurînin
Li kêfxweşiya dilê te
Şekirpeyvên te dipirisin
                     Can, sar û sar dibe…
Anê!
Ku te zanîba!
Ji wê Çarşemê de
Bi hesreta peyva Anê
Liyan in stûyên rojan
Axînkêş in
Û hestên me
Di nava êşlepên biyaniyê
Li ber bahoza sarwelatan
Tiliyên dûriyê bi çi êşî dicûn…
Di valahiya ku te li pey xwe hîştiyî
Sal li pey salê
Demsal li pey demsalê
Keserên henasşewitî zîl didin..
Lê Anê!
Ku te zanî ba!
Ji wê rojê de
Mûmên rojbûna Zeynebê
Bi şahiyeke beravêtî
Girnijîneke ne ji dil
Bi lêvên cirifandî vedimirin
Û peyalên cejneke nîvçe
Di diltengiya kêliyên bê te de
                                    Vala dibin..
Li te digerin
   Li bîranînên te
      Xweşzimanê te
         Li wêneyên te vedigerin
            Di dil û şaneyan de zindî yî tu
Bihna te dipelînin
Destmala ku hîn jî, bihna porê te
Di nav de xewkirî ye
Fîstanê ku hîn jî, bihna canê te
Di nav de parastî ye
Mekin hembêz dikin
Kûûûr bihin dikin
                Aram nabe ev dil…
Carekê
Hewil didim
Bejna rojan
Bi cawê hêviyan perspan bikim
Bi meqesa demê
Cilên bikeser û derdgiran bibirim
Û pirî caran
Hewil didim
Devê birîna me xwîşk û birayan
Bi dilovaniya ku te bi dilekî germ
Di canê jiyana me de çandiye
Derman bikim.

11.05.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…