Rexnelêgirtin û wêjenasî.

Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin û bi min û dubare li vir jî li qelem didim, ew tête bi wateya xwe a herî xweş: nirxandina wêjeyî.

Nirxandina wêjeyî…?! Bi wateya tewîlkirin, jihevxistin û hevaxaftin û hwd. Wiha jî û proseya gumanê/ texmînkirinê/  xwedan deriyekî vekirî ye û qet bi dawî nabe.

 

Nirxandin û rexnekirin, ku ji beşên teoriyê ne û li gor hin normên naskirî û wiha jî li gor hin feylesofên edebiyatê û hizirvanên cîhanî ku ew dane ber hin pîvanan û ber wê ve bi xwendinên dirêj hatine, da ku di dawiyê de wê bêhtir pênase bikin û ji hezkiriyên deqên wêjeyî re, xalê hinekî zelalir bikin.

Beriya sêsed salî û tekez bêhtir…Seydayê E. Xanî û di bilindgoya xwe a netewî de, mebesta min ji xwe her berhema Kurdî a herî giranbuha ye ku Mem û Zîn e. Belê Seyda û di nav rûpelên ev ê dastanê de, dibêje:

Ava rûyê şaîrî nerêjin
Ger mumkin e, yekê qenc bibêjin

Sehu û xeletan nekin te’ecub
Teîwîl bikin ji bo me te’ssub.

Di van malikên jorîn de, gelo Seydayê Xanî çi ji xwînerên şahesresra xwe a ( Mem û Zîn ) dixwaze?Tekez nemûneyên wiha û di berhemê de pir in, lê hema min ev beyt hilbijartin û dixwazim hinekî wan vekolim…!
Seydayê Xanî ji xwînerên xwe dixwaze ku şaşî, lekeyên heyî û kêmasiyên wêjeyî serrast bikin û ev yek dûrî „ t’ssubê „ ji Erebî û tê bi wateya peydakirina zoriyan.
Seyda wiha jî tikayê ji Kurdan dike ku ava rûyê helbestvan nerêjin. Wî riswa nekin, wî kêm nebînin û sivikatiyê li xêzên Mem û Zînê nekin .
Ew ji wan dixwaze ku sehu û şaşiyên peyda çareser bikin û başiyên heyî hişkere bibêjin. Bi wateya ku qenciyên berhem û berhemdar bînin zimên.
Tekez û sebaret bi heman beytan, Kurd û xwînerên zimanê Kurdî û têkstên wêjeyî, dikarin bi çavên rexneyê, berhemê Tewîl bikin û ev hemî dûrî peydakirina astengiyan û çêkirina zoriyê.

Dibe ku  beriya Xanî jî, ev rexne hebû û di bazara edebiyatê de dihat xebitandin, lê tekez ne bi vê şêweya ku îro wiha naskirî û di meydana wêjeyî de berbelav e.

Bi her halî, ez yek ji wan helbestvan û nivîskarên ku bi riya çnda devkî û nemaze stran û kilamên Kurdî ketim bin bandora helbestvanên mîna Seydayê Cigerxwîn û Seydayê tîrêj, ku berhemên wan î nivîskî nedihatin dîtin û sedem ji xwe belî ne. Ango bi şêweyeke ne direkt.
Hîn xweş tê bîra min ku ( Pîra Torê) yekemîn rista Seydayê Cigerxîn bû û ku min bi riya stranê ew naskir û paşê bi giştî jî ezber kir. Wiha jî rista duyem ( Ji yarê re çi rêkim diyarî) ku wan serdemên ciwaniya min û nifşên nûhatî, ev stran wekû agirê di nav pûşî de gur bibe, wiha û di demek herî kurt de, cî di dilên me de girt û pir berbelav û navdar bû.
Me wiha jî yara Seydayê Cigerxwîn naskir bû ku Kurdistan bixwe bû û ne hema keçeke normal û ji rêzê bû.
Dêmek bandora cigerxwîn û rola wî û di wan serdemên serteyaî de, pir xurt û bihêz bû û eger em bixwazin, hîn jî belgeyên tomarkirî hene ku Seyda bixwe, zor û tendûtûjiya ku lê hat kirin tîne zimên.
Ev zorî û nerehtiya ku bû sedemê bingihîn û ew êdî ji welatê xwe dûr ket û tekez berhem û dîwanên wî govanê afrêneriya wî di meydana wêjeyî de ne.
Seydayê Cigerxwîn û di wan serdemên alûz û metirsîdar de, li ser rêçika Kilasîkên Kurdan ma û riya hunerê û afrêneriyê berneda. Seyda pir kakilkên heyî û ên teng şikandin û hin ji zincîr û qeydên wêjeyî û bi hin şêweyên nûjentir derbaskirin û wekî civaknasekî jî rêberiya nifşê xwe kir. Bi azadiya derbirînên xwe, xwest ku civak bixwe rabe ser piyan û serkêşiya xwe bike.Seydayê nemir Cigerxwîn hilgirê alaya aştî û wekheviyê bû, mirovekî pir toleranz û her piştevanê riya azadîxawaz Kurd û Kurdistanê bû.

1. Gulana 2024.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…