Ji Ristezara Elindê 98.

Mizgîn HeskoAvrêl. Nîsan. April. Bihara navîn
Bi Ferensî: Avril.
Bi Yûnanî: Aphrodite.

Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewşa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêş e.

Bi Yûnanî jê re tê gotin: Aphrodite/ Avrodît/.
Bi wateya Xwedawenda evîn û ciwaniyê. Ango ew navê xwedawenda evîn, hezkirin û ciwaniyê di mîtologiya wan de werdigire.
Her wiha ew yekek ji Xwedawendên Olympê ye.
Nisannu jî meha yekemîn e ji salnameya Babylonê û bixwe navekî Suriyanî ye û Ereban heman nav xebitandin û ti guhertinên mezin lê nekirine.Di vê mehê de, werz bihar e. Êdî tîrêjên roja geştir dibin û ji lewra şaxên daran der tên û bişkoj difetiqin. Wiha jî şaxên piraniya darên sews û fêkî û mêwên tirî û tekez yê behîvan jî.
Li gor hin agahiyan,  binavkirina „avrêl“  a kurdî, hinekî nuh e û ne Ji mêj ve ew tête xebitandin. Dibe ku ew ji Avril a Ferensî, yan ji jêdera xwe a Yûnanî „ Aphrodite“ hatibe.
Her wiha bîrdozeke din jî tête holê ku ew, vê binavkirinê vedigerîne hin jêderên xuro Kurdî.
Di vê mehê de û piştî ku berf û qeşa ya li serê zinar û çiyayan dibişive, careke dinê ew ber bi rêlkan ve diherike û wan darên tî, têr av dike.
Dêmek: Rêlik ( Rêl. Rêlk ) tê bi wateya daristana çiyê û wiha avrêlik, ku ji/ Av û Rêlik / dariştî ye û wiha bi hev re yek têrma nuh misoger dikin. Ango ev du gotinên xuro bi Kurdî, bêjeyeke nuh pêktînin.
Av + Rêlik= Avrêl.

Hêjayî gotinê ye, ku di vê mehê de, li deşt û zozanên Kurdistanê Nîsanok wiha bi rengê xwe ê sor  û kubar dibişkivin. Xecxecok wiha û li hin deveran geh dibe nîşana xwîna pakrewan û şehîdan û geh dibe sîmbola evînê û di rojên cejnan de ew tên berhev kirin, wekû cejna Çarşema serê nîsanê.
Ev kulîlk xwedan hilm û  bîneke dijwar û taybet e. Bi giştî ne bîn xweş e.
Li her herêmeke Kurdî, navê heman kulîlka pir bedew û xweşkok, tête guhertin. Bi dîtina min ev guhertin û binavkirinên rengê, reng û sebart bi zaravayên Kurdî ên pir, dewlemendiyê didin zimên û tekez ha li vir, divêt ku careke dinê, em wa agahdar û hişiyar bin, ka çendîn zimanê me kûr û berfereh e.
Ji navên vê kulîlka pir nazik û hestiyar jî û bi Kurdî.
– Gullale sûr. Bi soranî.
– Xecxecok
– Gangulok
– Bûkok
– Bûkilok
– Gulbûk.
– Bûka baranê
– Sersork
– Batînok
– Xecîcok
– Xilinzer.
– Şeqşeqo.
– Gula nîsanê.

Li Ewropayê û ji ber rewşa bayî û seqaya cuda, êdî Nîsanok di meha Pûşperê de tê dîtin.

01. Avrêla ( Nîsana ) 2024 z.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…