Em û Jan Dost û dîlê firensî li Essen

Bavê Zozanê
Iro 29.03 2024 komîteya çalakiyan a Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê simînar û şahiya imzekirina romana- Dîlê firensî-ya romanivîsê Kurd Jan Dost lidarxist.
Aheng li komela Hêlîn li bajarê Essen katjimêr 14:00 bi dema Europa hate girêdan  û ta li dora 16:00 dirêjkir.
Nivîskar Merwan Mistefa simînar bi rêve bir ku di serî de bi navê  Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê xweşî bi hemî amedebûnan kir ku bi rastî mêvan in taybet bûn rewşenbîrên ji xwe razî  û neqandî bûn him kurd him ereb jî bûn.
Nivîskar Merwan Mistefa da zanîn ku negiringe jiyaname  Jan Dost ji mêvanan re bixwêne çiko ew mîna lempa benderê geş dimîne hemî gemî û belem û qeyik xwe lê digrin .Wisa jî  di gotina xwe de bal kişand ser kar û barê Jan Dost ê romanivîs ,da  zanîn ku ew î bajarê xwe Kobanê ku bajarekî kurdaye dikeve Rojavayê Kurdistanê de, jibîr nekiriye û timî ewê di romana xwe de bi kar tîne .Jan Dost dibêje:

 

 ((Kobanê êşa minî taybet e ,bîranînê minî ku narazin , eger min liser Kobanê nenivîstibane tenê du rêç li pêşiya min hebûn şêrîntirîna wan talbû yan xwekuştin yan jî dînbûn))
Nivîskar Merwan Mistefa  da xuyanîkirin ku Ferat Cewerî  li ser nivîsandinê wisa dibêje : Gava nanvîsim aciz dibim gava nikarim binvîsim dinya li ber çavê min reş dibe.Ez carina bi rojan li dû gotinekê geryame ,carna jî mîna ku yek di guhên min de bike pistînî gotin li dû hev rêz bûne.
Romanvîs Jan Dost ew jî li ser nivîsandinê wiha dibêje:Nivîsandin qedere,û eger hat û bû bela serê nivîskar,wê ta mirinê mîna pizotek êgir dinêv parsiwên xwe de wê hilgire û ji ber ku  helbestê nikarîbû rahişta kul û derdê Jan Dost, berê xwe da  wê pizota sor wê komira germ û hêdî hêdî dil û romana xwe li ser biraşt.Dibêje ku roman tevna mêjoyê nûjen dike,valebûna dîrokê tije dike,dadigre.
Paşî nivîskar Merwan da xuyanîkirin ku Jan Dost pêvî zimanê kurdî bi zimanê erebî jî dinvîse û pirê caran ew bixwe wergerandina romanên xwe dike wisa li ser vê babetê dibêje:
ku zimanê erebî dişibîne bi qîza herî bedew şoxuşeng ,sipehî û çeleng,dibêje carina ez  xwe jê dûr dikim qene di bedewbûna wê de yan jî li ber bejn û bala wêyî xiluxavî ber av neçim .Jan Dost dibêje tiştê ku hatiya serê wî mîna wê dara ku ji layê cotyarekî şarazave ji layê dereke dîve bête levbanandin engo tet´îm kirin dêmek wê encam, ber û mêwin mezintir, rengtir û xweştir bin.

Di dawiya axaftina xwe de nivîskar Merwan bal kişand ser kar û berhemên romanivîs Jan Dost wisa jî hin ji xelatê ku layiqê wî bû.
Piştre gotin da nivîskar Ibrahîm Elyûsif ta ku xwendina xwe ya taybet li ser Jan û cîhana wî a wêjeyî pêşkêş bike wisa jî awirek lezgîn li ser romana dilê firensî bibêje.

Nivîskar Ibrahîm Elyûsif û dîlê firensî:
Nivîskar Ibrahîm Elyûsif di xwendina xwe a lezgîn de ezomûna romanivîs di warê mêjoyî de ronîkir ku karê wî di vê çarçoyê de taybeytiyek cuda heye newek bûyerek dîrokî ye ji ber ku romanivîs Jan Dost dîkomentek yan jî belgeyek teknîkî yan jî hunerê pêşkêşî xwênerê xwe dike dive ku hinekî yan jî gelekî bi bûyera dîrokî ve lihevhatî be yan na.
Paşî nivîskar Ibrahîm Elyûsif bi nêzîkayî li naveroka romanî kir ku bûyerên wê bi şarezayî veçirand ji wê kêlîka ku çiroka mela Mehmûdê Bayzêdî  dikeve nav destê romanivîs de, ku danerê çîrokê ji layê konsûlê Rûsyayê ve hatibû stûbarkirin bi nivîsandina wê  ji bo nivîsgeha Pitrsborgê ku naveroka çîrokê li ser derçiwê peymangeha rojhilat a zimanan Piyêr Cobêr e û çar hevalên wî ku di nêv şandeya Napilyon Ponabert de bûn bal şahê Farisî ve wisa jî girtina wî wek dîl ji layê Mehmûd ê Paşê ve ku ew avêtin binê zindanek kolayî di latê de ku çend mehan têda ma ta ku Paşê rastî mirina xwe ya bi êşa giran hat ku piştî wî lawê wî jî bi heman nexweşiyê çû loma paşîtî gihişte Ibrahîm Paşa birayê Mehmûd Paşa ku ferman da rêveberê zindanê Mehmûd axa ku wan ji wê zindanê rizgar bikin wan bibin yeke nîv vekirê ,weke rûniştina kotekî bidin wan, dawî jî deryê bilind dîlvan Piyêr û hersê hevalên wî sayis Eliyê kurd ,Mado yê lazî, Fîlîpê ferensî berdan piştî ku Arsînê Ermenî di bin işkencêde bi devê paşê hate kuştin.
Dawî romanivîs Jan Dost ser ezmûna xwe û nivîsandina vê romanê axivî  pêwendiyê nêvbera  rojhilaht û rojava yê de şirove kir wisa jî ser asoyên şoreşan axivê mîna şoreşa firensî  paşî li ser şoreşa Sûrî jî şikand wek daberhevkirineke giştî di nêv bera herdiwan de vekolîn û serhevde kir.
Cemawer, mêvan  dost û heval bi dilekî xweş û singek fireh bi ken û xweşî çûne malê xwe,ku hunermend Şad ê Kobanî bi dengê xwey zingilî bi helbesteke Cizerî simînar xemiland.

Kar û berhemên Jan Dost:
1-Mîrname2011
2-Mijabad 2014
3-Xwîn li ser minarê2014
4- Evîndara wergêr2014
5- Martînê bextewar 2015
6- Zingilên Roma 2016
7-Sêgav ber sêdarê ve2017
8-Kobanê2018
9-Otobîsa kesk ji Heleb derdikeve 2019
10-Rêça hêmen,ewle2019
11-Destnivîsa Bitrsborgê2020
12- Kurd Sîbis jînengerî 2020
13- Helbest û Helbestvan 1991
14-Keleha Dimdimê -helbest- 1991
15-Mem û Zîn -werger- 1995
16-Urf uadetên kurdan 2010
17-Bexçeyê Nasirî 2012
18-Trafa Stêrkan 2014
19- Çirokên welatê Kurda 2021
20-Bendewarê berbangê ne 2022
21- Ellahî ferdos nivîskarê pîr2022.
Xelatên Jan Dost:
-Xelata çîroka kurdî a kin li Suriya 1993
-Xelata helbesta kurdî li Alemaniya 2012
-Xelata Şamê di raman û efrandinê de 2013
-Xelata Hisên Arif li Silêmaniyê 2014
-Xelata mehrecana Mem û Zîn ya rewşenbîrî Erbîl 2021
-Xelata şerefname Viyêna 2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…