QERMÛÇEk

 
Mihemed Hemo

Ez nizanim!
Na! Nizanm, di fîncanan re binihêrim
ne jî bixwînim.
Fîncana te, bila ji te re be!
Ne dikarim heyva di fîncana te de, ronak bikim
Ne jî stêrka tê de, çurûsk bikim
Û ne jî stêrka fincanan, nêr û mê bikim
Ji min bawer bike!

Ne kevoka li ser fîncana te nameyan tîne

Ne jî ew bilbila tê de, ji te re dixwîne
Çima rûyê xwe bi te re reş bikim?
Bextê te bi derewan geş bikim?
Ez û derewan, qet li hev nabanin!
Loma tiştekî ji Fîncanan nizanim
Tenê li rûyên merovan dinhêrim
Di xêza her qermûçekekê de
Bi sedan çîrokan dibînim
Qor bi qor tê re derim û têm
Wek: navê xwe pê de derim û dixwînim,
Leşkerên Ahora û Ahrîman,
yek bi yek tê de dibînim!
Wek: gilokên sor û sipî
di xwîna min de Rikberin
û ji rikberiya xwe namînin.
Tenê;
Di nav hin qermûçekan de winda dibim,
Nekarim! Tîpên wan ji hev biderînim
Ew qermûçekên navsalî,
Di rûyên merov de xêz girêdane
bûne; fêzên keriyên pezê vê bêrî
Tê de rêçên gur û segan, bi nav hev ketine
Lewra, leşkerên Ahora û Ahrîman,  
Li wir, nîşanên xwe ji xwe avêjtine
Û di bextê wê fêzê de, digevizin
Xêr û şer, xweşewîstiyê bi hev re dikin
hevdu dixapînin û li hev siwar dibin.
Gilokên sor û sipî yên xwînê,
 şûr û mertalên xwe avêtine
û pişta hevdu duxrînin!
Dema xinizî serdariyê dike û çav xapandinê dikin, Jiyan tarî dibe.
Wê gavê mirov wan rêçan ji hev bidernaxînin!
Doz di wê fêzê de, windayî dimînin
Kerî jî, ji ber- ber, di nav wan rêçan de
winda dibin!
Heya ronahî û tariyê ji hev namînin
Tenê nandoz xanedan dibin
Rûyê xwe jî li kesî namînin.
Loma ez hay bûm ku jiyan berxwedan e!
Û min ji nuh de zanî
Gava gilokên sor û spî, di xwîna min de
Serên hevdu nexwin,
Hîngê, Serê xwe;
Di nav serîyên zindîyan de nabînim!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…