PENCEMOR

Zagros Osman

keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew şerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim hinek li Nasnameya min bipirsin, hebe xelk rûnedin min, an ku Axa wî şopa Nigê min nasneke, ditirsim li ser Rê winda bibim.
Bav gote Zaroka xwe: keça min ev Welat ne mîna ti Welata ye, Welate… Welat.. Welatê me ye ji Gerdonek dîtire, dil mezine ,Asîman bilinde, Sîng firehe, pêdiviyî Nasnameya nabe da ku Te nas bike, Ti qetek ji wî ye, hema ku dengê dilkutkên Te bibhîze wê Te nas bike, tenê Şîrheraman nasnake, dilgiran nebe Karika min, Mih li Berxa xwe dibane, di Welatê xwe de ti carî Tu derbider nabe,  li ber Dergehan parsê nake, ew hêlîna Te ye, de here û dema Ti gihiştê bi Axa wî desmêj bigre, jibo Roka wî limêj bike, Toza wî hilmije,  Bûnewer… Ba…

 

Darên wî himbêze bike, bi Herriya wî porê xwe hine bike, silav bide Rê û Kolanê wî, li Çem û Newalên wî guhdarî bike, derkeve ser Car… Gir… Çiyayê wî xwas bimeşe, bila Dest û Nigên Te bişeqitin xwîn bibin, jiber ku Hezarên Cangoriyên Keç û Law Pencemora Canê xwe li vê  Axê xistine, cihê şanaziyê ye ku Rehên Te van Pencemorên pîroz hilmije, dûdil nebe here Tê Canê xwe li wir bibîne, eger hat û Te xwe li wir dît, li van deran venegere.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...