Ez û Ev Dîwana Zarokan: (Qamişlo! Bo te Silav)

Konê Reş
  Ev dîwana zarokan (Qamişlo! Bo te Silav), dîwana min î çara ye ji zarokan re. Ji ber ku hunermendê dengxweş (Medenî Cemîl), helbesta (Qamişlo! Bo Te Silav), bi awaz û dengê xwe kiriye stran û kêfa cemawer jê re hatiye, min navê wê li dîwanê kiriye.
Ev dîwan ji 16 helbestan û 7 çîrokên zarokan yên folklorî pêk tê. Min ew helbest di çax û demên têvel de nivîsandine. Eger hin helbest ji neviyên min re bin jî, ez zarokan tevan wek neviyên xwe dibînim.. Hem jî mukur têm, dibe ku hin helbest di ser astê zarokan re bin.. Belê ku, Neh-Deh helbest ji vê dîwanê cihê xwe di civaka zarokan de bigirin, baş e. Bêtir mebesta min belavkirina şêraniya Zimanê Kurdî ye.

 

  Ew çîrokên zarokan yên folklorî jî, min di biçûkaniyê de, ji pîrejin û kalemêrên malbatê guhdarî û ezber kirine, eger hin guhertin di wan de hebe jî, ew ji xemilandina min e.
  Di vê derbarê de bi min xweş e navê çend pêşengên ku helbest ji zarokan re nivîsandine bînim ziman; eger ez Şêx Ehmedê Xanî bavê netewa Kurdî, yê ku ji berî 350 salî ji zarokên kurdan re wiha gotiye:
Ev çend kelîme ji lûxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkêt kurmancan.
Ji nav navan bidim alîkî, bêguman ew pêşeng evin; Mîr Emîn Alî Bedirxan, Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can.. Ji ber ku van camêran xweş zanîbûn ku zarok yên pêşerojê ne.. yên sibe û dusibe ne.. Wek ku diyare hebûna kurdan di hebûna keç û xortên nûhatî û parastina Zimanê Kurdî de ye.
Eger di van çend salên dawî de, hin pirtûk ji zarokan re hatibin çap û weş‏andin, lê di baweriya min de ev yek nebes e, gelekî kêm e. Mixabin ku ta roja îro, kesî wek pêdivî, berê xwe nedaye wêjeya zarokan.. Bi hêvî me ku em zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin. Nexasim ji bo wan zarokên ku ji ber gelek sedemên çetîn û dijwar, hin bi hin, dûrî zimanê dê û bavê xwe bûne û dibin.
Li gor zargotina devikî, folklor û dîroka Kurdan, guhdana kurdan bi zarokan, ji guhdanên cîranên me pêşketîtir e. Li gor ku ez tê re derbas bûme, ew pêşketin di du tiştan de diyar û eşkere ye, yek jê; binavkirina qonaxên ku zarok di wan re derbas dibin wek: Şîrî, Şîrvekirî, Çarlepkî, Tena, Giloxetkî, Serlingaketî, Naş‏î, Sîpe, Gênc. A din; çîrok, çîvanok û stranên ku di her qonaxekê de ji wan re dihatin gotin. Wek ku min got, ez jî, di wan qonaxan re derbas bûme û dibistana min ya pêşî gund û bênderên gund bûn. Ez ji wan fêrî gelek çîrok, çîvanok, şertok, mamik, gotinên pêşiyan, yarî, lîstik û hejmarên lîstokên zaroktiyê bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne, min ew ezber kirine, wek her Heft çîrokên ku min xistine vê dîwanê de, wek nimûne, ev strana zarokan: “Yek û yek, teyrkê belek, zaza bilibil, dermanê dil, şekir û şima li ber çema, çem çiqiya av têd nema, heta ez çûm, aqlilê min çû..”.
Erê, di wê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek irf û adetên Kurmancî bûm û tev ji min re bûn bingeh. Nexasim piştî ku min bi Zimanê Erebî xwend, bi Zimanê Erebî serwextî dîroka jiyana xelkên dinyayê û irf û adetên Ereban û miletên din bûm û min ew bi hev re berhev kirin.. Hingê ji min ve hat xuyakirin ku Kurd xwedî kulturekî zengîn in û zargotin û folklora wan, bi dehan taq ji ya xelkên cîran dêrîntir, zengîntir û bi rêkûpêktir e..!
Kêfxweş bûm ku, îro min ev pirtûka zarokan (Qamişlo! Bo Te Silav), di roja 21ê Sibata 2024an de, li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê, ji zarokên bajarê xwe Qamişlo re îmze kir. Ev roja ku UNESCO, ji berî 25 salan ve, di roja 17.11.1999 de, navê: “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê” lê kiriye.
spas ji HRRKê re û pîroz be li xwendevanên Zimanê Kurdî.

Konê Reş/ 21ê Sibata 2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…