Dara Tiwê

 

Bavê Zozanê

Dawet e qîr û qiyamete ev çar rojan lidare  hîn du rojên din jî mane ,diya zavê xwe davêjê tor û bextê tevahiya mêvanan semagiran piçûkan mezinan keçan qîzan …Ez Qurbana we bim ez di bextê we û xwedê de bim hayî ji darika min î tiwê hebin darika min hîn rexl e berya heftiyekê bavê zarokan ji gundê papîr ê xwe anî ,min û wî bi destê xwe çand .Wisa  karê dayê di wan herdu rojên mayî de jî ev bû devê wê ne sekinî lingên wê ne ketin bin wê ,pêvî dengê daholê pêvî dengê zirnê pêvî pêwistiyên şahiyê pêvî gotgota pîrekan pêvî ser êşê,agir di laşê wê de dilîst hem ji tirsa hem ji westandina ser piyan.Jixwe dibêjin- dilê daiykê rêberê wê ye- qê bira ne xwe dayê zanîbû ku piştî sê salan lawikê wê yê piçûk wê têr ji wa tiwî şêrîn bi xwe, yan jî piştî bîst salan wê xwendina xwe ya lîsa di bin siya wê darê de biqedêne jixwe hinganê ne iliktirîk  hebû ,nejî alavên sar kirinê..

Erê carina dayê aciz dibû ji zarokên cîrana  ku berbangê zû ser dîwêr ve xwe davêtin hewşê dihatin xwarina tiwa bi lez hildikşiyan serê darê, lingê xwe li çiqûl û şaxên wê didan,û ji ber ku tû hîn kerik bûn pirê caran şaxik û maxikê zirav tevlî komek pel diweşiyan ,ji rexekî din ve jî yadê ji şikestina lingên wan ditirsiye ku ji serê darê bêne xwarê wisa jî ji birînbûna çav û serê wan, ji wan kevirên zarokan ku davêtin tiwê  ew ê ku nikarîbûn hilkişin jorê, jixwe berî du rojan neynika tirmbêla bavê Dilo ku li devê deryê xwe sekinandibû şikest.
Qasekê kire birbir lê ma kî zanê kevrê kî zarokêye tevlî ku hinan têxist sugra hinên din de.
Bi qasî dayê ji paqijkirina wê gemara tiwê a rojane aciz di bû ewqasî bîtir jî ji dengê qerebalixa zarokan,ditirsiya ku torinê ber dilê wê  Şepal ji xew şiyar bibe loma timî digote wan law ku hûn hatin bê deng tiwê xwe kom bikin û yekser herin malê.

Dayê pir bi bûka xwe a bajarî şanaz bû nemaze dema sardana gund dikirin û mermelada wan tiwê reşî girs çêdikr,jixwe gundiyan hîn ev tişt ne dîtibûn ne bihîstibûn ji vê jî dayê ji bo pesnê bûka xwe li ba cîrana bidê,çend şûşên biçûk ji wê mermelada şêrîn wek hingiv li cîran û derdora xwe belav kir.

Pirê caran dema şepal dihate mala bavê xwe yekser bal bi darê ve diçû,dirama dikete gumanên kûr ew dara biçûkî zirav ku li ber bayê dihejiye dihate bîra wî,wisa  ew axa dora wê a sor ku xweşik û bi hostayî hatibû vedandin, lihawîr dora wê wek giroverekî hatibû çêkirin,nêzî qurmê wê biçekî ax hatibû bilindkirin,jê wirdetir kûrtir bû ,ta ku av lê binime, wisa hawîrdora giroverê jî bi destekî şarezayî ew kevirên biçûkî şayîk hatibûn rêzkirin,ji xwe ew kilsa sipî ku li binê darê kiribûn û bi wan paçên reng hatibû girêdan,vê dawiyê piştî ku Şepal endezyariya çandiniyê tewakir nû naskir ka çima bavê wî dar kilis dikir paç dikir û bi benê telîsan girê dida.Ta ku Şepal sax be jî ew tama xweş î tiwan wê di bin zimanê wî de bimîne.

Vê carê  hatina Şepal ji mala bavo re ne wek ewqas carê din bû mat mayî ma li devê deriyê hewşê ma cemidî hew dikarî bû gavekî pêş ve here yan jî paş ve vegerê,tiştek nema û nehat ber çavî wî,bavê wî ku hîn zarok bû zeha kir,diya wî ku ev pînc salin çûye ser dilovaniya xwedê,birayê navê ku ji westandina vemirandina agrê ku bi dexla gundiyan  ketibû mir, ew şevbêrkên xweş ku di bin dara tiwêde li ba tava hevê dibûrandin,ew neynika şikestî ya tirmêla cîranan û geleg tiştên din.
Nema çavê Şepal bar bû ku gavekî tenê ber bi pêş ve herê derbasî hewşê bibê ,dengê çûkan nema jê dihat tiwê reş hew li navenda wê diweşiyan,mixabin nikarîbû rahişta qurmê darê ku bi dest bira hatibû birîn,qurmê darê giran bû…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…