Şev


Margot S. Baumann
wergêr : Tengezar Marînî

Helbestvana me îro ji Swêsra ye. Margot S. Baumann
Zitate zur Übersetzung:
Erkê wergêr e ku bi zimanê xwe, zimanê petî û pak azad bike, ku di bin sêhra zimanê kesekî din de ye, serbestkirina zimanê ku di berhemekê de girtî ye, di kopîya wê xebatê de. Walter Benjamin
Es ist die Aufgabe des Übersetzers, in seiner eigenen Sprache die reine Sprache freizumachen, die im Bann einer anderen steht, die Sprache zu befreien, die in einem Werk in seiner Nachbildung dieses Werkes gefangen gehalten wird. Walter Benjamin

Şev

Şev baskên xwe yên nerm dadixîne,
li çar aliyê cîhanê û hêminiyê rêdike
Çavên xwe bigirin, bi dilovanî.
Tarîtî her tiştî dinixumîne.
Ji bo demeke kurt em aştiyê dibînin.
Xew dergehê jinîrkirinê sist dike.
Çîrokên ku me îro nivîsandîne.
Ne ji bo her heyînê ne.
tenê ji bo demeke kurt em li ser rûyê erdê ne
ne hercar tiştek li şûnê dimîne.
Hinek birîn qet derman nabin.
Ne her kes bextewer e.
Pir kesan êş dîtine.
Bêgunehiyê ji zû de em talan kirin.
Hiş, ji bo fêmkirinê pir biçûk e.
Tenê yên bawer dikin dikarin qebûl bikin.
Spêde wê bi tena serê xwe bê.
Hêvî dubare ji nû ve hişyar dibe.
Me gelek armanc danîne ber xwe,
Ji ber ku li cihekî, her tim şev e.
Nacht
Die Nacht senkt ihre weichen Arme,
Über die Welt und sendet Ruh.
Schließt eure Augen, habt Erbarmen.
Die Dunkelheit deckt alles zu.
Für kurze Zeit, wir finden Frieden.
Der Schlaf lockt mit Vergessenheit.
Geschichten, die wir heut‘ geschrieben.
Sind nicht für alle Ewigkeit.
Nur kurz wir auf der Erde weilen
Nicht immer bleibt etwas zurück.
Manch‘ Wunde wird nie wieder heilen.
Nicht alle finden etwas Glück.
Viel Leid manch einer hat gesehen.
Die Unschuld uns schon früh geraubt.
Der Geist, zu klein um zu verstehn.
Annehmen kann nur der, der glaubt.
Der Morgen von allein wird kommen.
Die Hoffnung dann erneut erwacht.
Wir haben uns viel vorgenommen,
Denn irgendwo, ist immer Nacht.
Margot S. Baumann. Jidayîkbûn: 1964. Helbestvaneke Swêsriye
© Margot S. Baumann (*1964), Schweizer Lyrikerin und Aphoristikerin,

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...