Qirkirina Êzîdiyan

Ezîz Xemcivîn

Gelek tawanên hovane rêkxistina bi navê Daiş (Dewleta Islamî) di çerxa 21ê de di dermafê mirovîniyê de kiriye. Gelek milet û bi taybetî Kurd ji Kobanî heta bi Şingalê komkujiyên bê hempa di dermafê me de pêk anîne.
Di berhêma giranbuha ya mamoste Dawid Mirad Xetarî de ko ew ji heft çerman pêk tê, qirkirina Kurdên Êzîdî ya fermana 74ê ya ko li herêma Şingalê û gundên wê bi destê xwînmij û dirindeyên Daişê pêk hatiye belgeh kirine.
Karê ko mamoste Dawid kiriye, dîdeyên kesên ji komkujiyan rizgar bûne, nivîsandina bûyeran û wêneyên kujtaran, axaftina jinên sebîkirî û liberxwedana şervanên çiyayê Şingalê, komkujiya gundê Koço, gorên komel, bobelatên ko bi serê zarokên Êzîdiyan de hatine, serjimarkirina cangoriyan û gelek tiştên din hatine nivîsandin.

 

Dawid Xetarî lêkolînerekî têkoşer e,  dizane kîjik kêlîka ko tekoşîna pênûsê pêwîst e delîve bike. Bi armanca xebatekê ji bo miletê xwe û rûreşiya bêbextan ji cîhanê re diyar bike.
Ev berhema hêja ya ko ez nabêjim gav bi gav lê bê guman ko piraniya bûyer, komkujî, bêbextî, wêrankirinên ko pêk hatine, tawanên asta cînosayid û gelek dîdeyên rizgarbûyan hatine belgehkirin. Dema min pirtûk dixwendin, ez jî bi kesayetiyan re dimeşiyam. Min li wan guhdarî dikir, bi wan re digiriyam, dibeziyam, çiqasî mixabinî ye eger cîhan di evê serdema nûjeniyê, dîmuqratiyê, pîşesazî û pêşketinê de lê em weke milet, bê çi mafî ne li evê dunyayê, heta bi bajar, gund û gundiyên me ji gurgmirovan nayêne parastin!
Gelek bûyeran bala min dikêşandin, lê ya herî dilêşîn ko em di nav koma dirindeyan de dijîn. Piraniya  xelkên cîhanê bi berçavkên herî tarî li me dinêrin. Di êrîşên hovane yên tiroristên Daişê de ev tişt aşkere bû.

Mamoste Dawid gelek ronahî daye ser kirdeyên wan ên kirêt, çawa ji mirovî bixwazin bivênevê ola xwe biguhere, ji mal û gundê xwe derbikeve, zêr, pere û çekê xwe radest bike!
Olguherîn an jî kujtin û talankirin, ev behaneya ha ya ko bûye sedema tunekirina bi hezaran mirov, gelo ola Islamê wisa dibêje? An ev dirinde her kirdeyên ko li gora giwêla xwe sîwana ola xwe li ser vedigirin!
Ji zarokên di pêçekan de heta bi kalmêrên 90 salî û bêtir jî dikujtin.
Xanî bi ser xelkên ko çi guneh ne kirine diherifandin, tî û birçî ew dihiştin. Cîran, kirîvan û heval bûn, digel wan dixwarin, şevbuhêrk dikirin. Dema Daişa tirorist hat hemûyan berê xwe guhertin, cil û bergên olê li xwe kirin, bi ser de jî bûn emîr û desthilatdarî kirin.
Hin xelkên bêguneh yên ko ji neçarî bi dev bibûn misilman, sîxur li derdorên wan danî bûn gelo nimêjên xwe berdidin an ne!
Piraniya kesên ko di pirtûkê de dîdevaniya wan hatiye tomarkirin, wêne jî digel hene.
Kom bi kom zilam li kamyonan siwar dikirin, berê wan didan çalên taybet ji bo kujtina wan kolandibûn. Li wir ew peya dikirin, dest û çavên wan girêdayî bi rêz dikirin û berê agirê tifingên xwe didan ser û pişta wan.
Ev kesên ko rizgar bûne, kelex bi ser wan de ketine, an jî şensê wan di jiyanê de hêj hebû, eger ne ji hebûn û mana wan bûya jî, me ne dizanî çawa û çilo ew komkujî çêbûne.
Destxweşiyê li mamostayê hêja Dawid Xetarî dikim, bi hêvî me ev pirtûk bêne wegerandin û li cîhanê belav bibin.

03.02.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...