Xwendina romanekê

 

Mizgîn Hesko

Romana Mîlan Kondêra / Milan Kondera  / Bûnewerê ku sivikbûna wê nayekêş ( hilgirtin).
( Romana yekemîn e ku di vê salê de, wê dixwînim)

Wiha dipûnijî: pirsa sereke ne ew e ka ew dizanin? Lê gelo, ew bêguneh in ji ber ku nezan in?
Aya ew bêhişê li ser textê mîranî rûniştî, ji hemî berpirsiyariyê parastî ye, ji ber ku bi tenê bêhiş e?

*Mîlan Kondêra.
Romana / Bûnewerê ku sivikbûna wî nayekêş / di sala 1984-an de ronahî dîtiye. Ew yekek ji baştirîn romanê nivîskarê Ferensî Mîlan Kondêra ye (1929- 2023 ).
Romannivîs Kondêra û di vê romanê de, ber bi dîtin û bîrdoza feylesofê Alman ( Friedrich Nietzsche ) diçe û dixwaze wekû feylesofekî jêhatî heman nerînê bîne qada bîreweriyê û wiha bi rêya romanê û sereklehengên xwe, wê nerîna seyr û cuda vekole.
Bîrdoza Nîtşe ( vegera herheyî- yan jî vegera herdemî ) ku sebaret pê, feylesof û nivîskarê Alman dixwest ku tekeziya vegera mirovan û piştî mirinê bîne meydanê. Bi wateya( li gor heman dîtinê) jiyan bi hemî bûnewer û rûdawên xwe di rindêlekê de ye û her ku bi dawî dibe, careke dinê ew vedigere û xwe û me“ mirovan“ dubare dike…?!
Wiha jî… mirov û piştî mirina xwe, dubare li heman jiyan û bûyerên wê ên berê vedigere, çi kêfxweşî bin û çi xemgînî bin. Çi rehet û çi nexweş.
Birêz Kondêra û diyar e ku ne li gel heman nerînê ye. Eger hat û mirov û bûyeran xwe her dem dubare kirin, êdî ti wateya kûr ji jînê re namîne. Ango Kesê hejar, dê li hejariya xwe vegere û yê dewlemend jî her wiha….?!
Bi her halî ev roman, dema ku Rûsan dewleta Çîkan dagîrkir bûn, tîne holê. Tekez birêz Kondêra bixwe jî û di bengeha xwe de, hemwelatiyekî Çîkî bû.
Kondêra û bi rêya romana xwe, nebaşiyên rêjîmên Komonîst tîne holê. Dêmek: Komonîstî û li gor romanê, rengekî din ji sitemkarî û zordariyê bû û wê miletê Rûs hînî tirsê û çavdêriya kesên din dikir. Ev xal tekez li dij mafên rewa yê mirov û netewan bû.
Çar kes di vê romanê de bi rola sereklehengan radibin: Têrêza û Tomas û Sabîna û Firank. Her kesayetiyeke ji van her çaran, xwedan pirsgirêkên xwe ye. Tekez Kondêra ev ê yekê wiha vekirî û rasterast ji xwînerên xwe re nabêje, lê xwîner û êdî bixwe digihêje ev ê rastiyê.
Her yek ji wan baş bi liv û vegotinên xwe sivikî û yan jî giraniya xwe vedibêje..!
Her yek, bi têgeh û nerînên xwe ên cuda, bîrdozeke û jiyanê li gor pîvanên sivik, yan jî giran dinirixîne…!

Li gundekî biçûk, Dr. Tomas li rasta Têrêza tê û jê dixwaze ku ew biçe serdana wî. Birêz Kondêra roleke baş dide li rasthevhatinê ( tesadufê )weki ku bibêje evîn bixwe jî ji incama wê û ne tiştekî din e.
Aya evîn girêdayî kîjan rexî ye, sivikbûn yan jî giranî…?
Tomas vedigere û piştî demekê Têrêza û bi çanteyê xwe yê mezin ve tê û dixwaze ku li mala wî bimîne. Ev yek û di destpêkê de bê dilê Tomas e. Tomas ku naxwaze kesekî din li tenişta wî û li ser heman textê xewê û ta sibehê pê re rakeve. Têrêza ku li ber destên dayika xwe baş maye û her ku li neynikê dinere, dîmenê diya ku her gav û li pêş çavên keçê rût di malê de diçû û dihat tête pêşberî wê. Wiha jî û hin caran, wê dixwest bizanibe Ka ew çawa dişibehe dayika xwe….?!

Tekez, kesayetiyên ku di vê romanê de roldar in û laş û rewanê xwe jî tînin qada pûnijîna xwîneran. Di romanê de, pir dîmenên Erotîkê cî digirin. Kondêra wan têkiliyên Erotîk vekirî û li pêş xwîner radixîne û heman dîmen, beşek ji romanê ne û ew hin valahiyan dadigirin..?
Kondêra dixwaze û bi vê romanê, mirov û  jîngeha wî bîne qada vekolînê, lê bi nerîneke felsefî kûr. Rastî…ew nêzîkî derûna sereklehengan dibe, lê ev yek û bê ku bersivên amade bide, yan jî çareseriyê destnîşan bike. Her bûnewerek xwe û derûna xwe vedibêje û ji lewra ji xwîner tê xwestin ku bi dûrbînî, bûyeran vekole û bixwe bigihêje hin têgihên jiyanê. Ev jiyana ku xwedan herdû rexan e, çi erênî û çi neyênî..!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…