Himêza axê û dilên vêketî.

Mizgîn Hesko
Hêdî, hêdî find û şemalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir…
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de…
Dilên hîn sincirî hene..!
Hêdî, hêdî karwanê xwe ê xemilandî
Birê ve bibin
Dibe ku pistepist …
Matmayîna bîstikên hêmin
Bilerizîne
Di himêza axê de
Destên hîn dagirtî giyakê endekoyê hene..!

Hêdî, hêdî û bi gavên sivik werin
Dibe ku bayê kurr
Aramiya dîmenên diltezîn
Bibezîne…
Di himêza axê de
Canên bi jînê ve helawistî hene…
Ew cangoriyên bedew û şepal
Hîn girêdayî rexên jiyanê
Û dilbijokên Evînê ne.

Hêdî, hêdî…
Ma we ew firmêsikên avrayî nedîtin…?!

Hêsireke zelal im
Ne ji çavên wê jinê tême xwarê
Û ne jî tevlî xwêsiya tehel dibim..!

Hêsir im…
Hêsir…
Di davika dîmenê de
Zencîrkirî me
Ne dirijim
Û ne jî rûyên melûl
Dikarin min bidin alîîî….

Hêdî, hêdî ….
Ma we ew keça bi kirasê bûkaniyê
Nedît…?!

We nedît çawa bê hedan
Bi tilîlîyan…
Zavayê di darbesta textîn de raketî
Ji xewa şêrîn divejand…?!

Hêdî, hêdî werin
Xunaveke hûrik
Dêmên bîstikên bêdeng nixumandiye
Ji joriyan asîmên
Ji rista kadizê
Stêreke xuricî
Tête xwarê….

Ma we ew tîrêja pîroz ne dît…?!
Ma we nedît…
Çawa li jêr, li ser gerdena qadê
Şîlaneke pembe…
Bi gernijîn…
Bi hilm û bîna bihiştîn
Xwe werdikir beravên jiyanê
                   Û bextê rojê.

Hêdî, hêdî bi rêve werin
Li qeraxên wan xaçereyên zuha
Şopikên evînê hene
Û hîn li şûn heman şopikan
Dilên sincirî ên ne dîtber hene

Ew e işq e
A ku me sermest, şilfî tazî
Li ser têlên rêssiyayî
Li ber gurmîna topan û barîna gulleyan
Radixîne…!

Hêdî, hêdî mûm û şemalokên rengo, rengo
Vêxînin
Di çavên dayikên melûl de
Rondikên veşartî hene
Û di tiliya evîndarekî bê mirad de
Hîn gustîlka şîraniyê dijene
Ji bi heza mezin
Rûyê yar her dikene.

Hêdî, hêdî…
Di darbestên sar de
Canên lawîn….
Hîn xewnên law dibînin..!

Hêdî, hêdî…
Û tu….
Hêdî, hêdî were
Ey yar…
Ey yara ji bejna spîndarê
             Ji keskahiya zeytûnê
            Û ji hilma beybûnê

    
Were…
Ey yara….
Jibermaya hisretan
Nevîçirka şevbuhêrkên dil bi‘êş…
Were…

Were…
Ji mihtina memikên kîjan xemê
Tu firişk bû ye…?!
Ji mijandina pêsîra kîjan çiyayî…
Tu wiha sirt û serhişk bû ye…?!

Were…
Ey rist nêrgiza ku ji himêza çarînan
Xwe vedizî…!!!

Ey perwaneya ku li hawîrdora çirayê
Di şûşa meyasa sor de
Gevizî….!!!

Were…
Hêdî, hêdî û bêdeng were
Bi gulyên darbeniyan ve
Giyanên bi işqê dagirtî hene..!

Were…
Ji hêsirên tenêtiyê
Ji xwîdana bîstikên xembar
Veşiştî were.

Were…
Morîkşînê….
Ji tizibiya demê xwe veqetîne
Kelkela havînê ye
Û li te sar e
Û sar in bîstikên bêdeng
Û sar in dîmenên bêreng
Û sar in dilên ku duh sincirî bûn
Û sar in ….sar
Destên nervînê…!
Sînorên birînê…!
Û axa zemînê..!

Were ey yar
Hêdî, hêdî were
Serê xwe bispêre gore sar
Û ji Berxê bê mirad re
Ji hezkirina dilî
Ji germahiya dest û milî
Çirayekê vêxîne

Were…
Û karwanê hespên hêviyê xwe
Li hev bicivîne…
Were ey yar…
Hêdî, hêdî were.

Berfanbar 2019.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…