ARGUN


Ereb Horê
Omîdên pêçayî
Bi sênc û sîma
Azadiya bingor
Derbirîna qedex e
Bi bizd û nêz
Hûnan û
Di kiloxan de
Êwirandin.
Siloganên bandor giran
Xemûr avête çavan.
Zehakan
Mejî mêtin û
Çinîn mêwê zeviya,
Berên tekûz
Avêtin guvşê
Kerifên, ji noşavê
Şahên dirava.
Cef û bizav
Noşîcan verêtin
Gewriya gayên gemşê.

Nêçîrvanên qazanca
Qirşên xistin
Tenişta  balindeyên mit
Û ez dîtim
Kawik û sade.
Awir ji min vedan,
Di yek argûnê de,
Lodê pêstûriyê
Bişavtin.

Argûn hin bi hin
Bp pereng.
Alavê,
Ronî da şevê
Gewr e bpn lîstik
Ardiwê tterafê,
Çav bel in
Vê carê,
Bi serê rima
Bîrdoza ve
Mîz dikin.

Balunde
Gêşe gêşe
Ber bi asîmanê
Sahê ve, hiltên
Ji asoyên
Berfireh,
Dikişînin azadiyê.

Nêçîrvanê delêva
Segvanenekî tîr
Di pindilê de ye,
Vala diçepin
Qoçê wî vegirtî.
Xêlîvan,
Çepika saz dikin
Bilind, bilind
Tê dengê tilîliyan.

Spartakos
Ne bi tena xwe ye,
Vê carê
Kombars
Rolê sereke dilîzin
Xirdest
Dihûnin tevnên asê.
&&&&&&&&&&&&

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...