Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo
Em kanin di hejmara (26) an de van gotarên duhatî bixwînin1-(nêçîra hirç û pezkoviyan )Evdirehman Elî Ûnis.2-(mirovê ko pênc navên wî hebin)Qadirê Ferman.3-(dîroka Selahedîn,xelek 4)Osman Sebrî.4-(ji ber sendoqa Xanimê )Smaînê Serhedî.5-(dîroka jîna Napliyon,hepsê Napliyon,xelelk10)Osman Sebrî.6-(jinên Esker)Silêmanê Ferho.7-(Frencî û kirîstof Kolomb)Smaînê Serhedê.8-(balafir di bombavêjekê Birêtanî de) xwediyê Ronahiyê .9- (miriyê ko pasvanê xwe kuştîye)Xelîlê Genco.
10-(serbestî,ji bo çi hemî kes hej serbestiyê dikin?)Dilkulê Doskî.
Osman Sebrî li ser dîroka jîna Selahedîn di vê hejmarê de hîn berdewam dike,lê ew berê pêşîn bi kurtebirî li ser ola xaçeperestî radiweste û ew dinivîse:Peyayên dîn bi navên(Katolîk)û(Ortodoks)bûbûn du bend;1-Katolîkan xwe bi dêra Romayê digirtin û mezinê wan Papa bû,2-Ortodoksan xwe bi dêra Rohelatê ve girêdabûn û mezinahiya vê dêrê bi dest Împiretorê Qustantîniyê de bû ,ev dubendiya berî Îslametiyê di nav Mesihiyan(xaçperestan) de hebû ,di babelîskên navîn de,xelkên van herdu mezheban(rêçolan ) bi çavekî neyartî li hev dinêrîn,xelkê Ewropayê ji hev re bûbûn neyar;di wê demê de hin hicacên Mesîhiyan çûbûn Qudsê,lê ew bi destên hin Îslamiyan hatibûn kuştin,heye ko Îslaman wehda (soza) ku pêxember dabû Mesîhiyan jibîrkiribûn.Paşê Papa li ser destê Keşeyê bi navûdeng Pitris bi navê dîn û vekirina erdê muqedes(pîroz) xelkê Ewropayê bi navê dîn li Îslaman hevot û vê hicetê(buhaneyê) berê şasîwarên Ewropayê dane ber erdê muqedes.
Keşe Pitris di nav xelkê Ewroyaê de bi zanîn û jêhatîbûnê û xweşpeyvên xwe hatibû nasîn,ew di vê rêyê de bûbû destê Papa.
Di vê derbarê de gotinên ku Papa kirine gelek in,lê ezê tenê çend gotinên wî di vî warî de ji we re bêjim :1-( gelî Mesihiyan ! heya îro we bê sebeb bi hev re şer dikirin,hişyar bin, îro ji bo we riya şerekî bi rastî vedibe, lê îro herin di riya xelaskirina welatê muqedes de bi Îslaman re(dijîtiyê) bikin.
2-Eger hûn serbest bûn,dê bibin xwediyê welatê Rohelat û xêratên wî .
3- Ev e roja ko hûn mêraniya xwe bidin nîşandin,cihê ko hûn hevdu bikujin,herin destên xwe bi xwîna Îslamên kafir bişon ..).
Bi rastî Osman Sebrî bi dirêjahî li ser pêvaçûna şerê xaçperestan li dijî Îslamperestan radiweste û pêdariya Îslampetrestan bi serkêşiya Selahedîn û rizgarkirina Qudsê ji bin nîrê Xaçeperestan bi zelalî dide diyarkirin.
Lê piştî mirina Selahedîn bi demeke dirêj,dîsan xaçparêz rabûn ser lingan û xwastin erdê ko Selahedîn ji wan standbû bi şûnda vegerînin,lê êdî Ewropa bi şandina leşger westiyabû û piştî ko hêviya vekirina welatine nûh neçû serî,nema kesî dixwast ji bo dilxwaziya Papa yan gora Mesîh
here bimre.
Herdîsan Osman Sebrî di vê hejmarê de; xeleka (10)an li ser dîroka jîna Napoliyon û di bin navnîşana (hepsa Napoliyon) berdewam dike û bi kurtî ew wisa dinivîse:1- Robîspiyêr.2-Mara .3 Danîtun bi hev re li Parîsê hukim dikirin,hukmê wan bi tirs bû, ew ji sînorê êqil û qanûnê derketibûn.
Di pişt re hersê bi xwe li dijî hev derketin,berê Robîspiyêr bi arîkariya Dantun, Mra kuşt û paşê hevalê xwe Dantûn jî kuşt,hevsarê hokum di destê Robîspiyêr de bi tenê ne dihêştin, xelkê Parîsê lê rabûn û ew jî kûştin û hemû hevalên wî kirin hebsê û hêdê, hêdî ew şandine ber kêra celêd,lê Napoliyon û birayê xwe Lûsyan hatbûn zîndankirin,lê ruhê Napoliyon qels ne dibû û dengê xwe dighande hukumeta nûh û xebatên xwe di riya welêt de dane ber çavên hukumetê,paşê Napoliyon dîsan hate berdan ji ber ku ew ne havlê yên hatibûn kuştin bû û li gor naveroka gotarê,Napoliyon têkoşîna xwe hîn berdewam dikir,lê Osman Sebrî di hejmarên duhatî de jî hîn li ser Napoliyon berdewam dike.
Dilkkulê Doskî di bin navnîşana serbestî de dipirse: Ji bo çi hemû kes hej serbestiyê dikin ?
Em li jêr li gor wî çawa nivîsiye ,em jî weke wî û bê guhertin dinvisînin;
Serbestî êkemîn ronahî ye ko welatî ron diket,êkemîn stêr e li esmanê jiyanê geş diket,êkemîn dar e ko li jêr sîbera wê gel pal didet.
Belê serbestî ne diyariyeke Xweda dide gelê nivîstî,gel divêt li dûv serbestiyê bigerêt û serbestî li dûv we nagerêt (tînî li dûv avê digerêt ).
Gotarnivîs di vê gotarê de pir baş nirxa serbestiyê û qelenga wê ji xwendevanên xwe re diyar dike û hestê gelê xwe ji xewê şiyar dike û her hevokek ji nivîsên Dilkulê Doskî li gor ku em dibînin, kane bi sanahî bibe navnîşanek ji mijareke netewî û siyasî re.
Lê di hejmara (27) an de Osman Sebrî hîn li ser jîna Napoliyon berdewam dike û ew di bin navnşana (hala hikumetê) de dinivîse:Li welatê Firansayê
Guhartina hukum wek gemiya ko di nav deryayê de dikeve ber pêlên bayî,jê re qerarek tunebû, hukumet salekê li ser hukum ne diman û hergîz ew dihatin guhartin û ew guhartinên welê şopine malkambax di canê milet û welêt de dihêştin û herçî komek bihata ser hukum ,hinek ji xelkê welêt dikuştin û gelek jî ji xwe re dikirin neyar û xêrxwazên hukumeta berê jî digirtin.
Ji bo xelkê Fransayê îdî bawerî ne mabû,welat wekî seleka ser avê; rojê bi alîkê da xwar dibû û ew ber ve binavbûnê de diçû,gava Melik kuştin,piraniya xelkê melekî ji welêt derketin û yên mayên jî neyartiya hukumeta nûh dikirin û bi vî rengî Osman Sebrî rewşa Firansa bi hûrgulî û agahiyên dêrokî kêrhatî li ber çavên xwendevanên kovara (Ronahiyê) rêdixe.
Herdîsan di vir de Kurdek ji navçeya Behdînan di bin navê X.Bamernî de
Kurtegotarekê di bin navnîşana(diyarî bo pisporê Kurdî,xwediyê (Ronahiyê ) dike û ew di wir de ji xort,Axa,Şêx û zorzanan re bi vê wateyê dibêje:Eger hûn hikmî(destlatdariyê li me jî bikin , lê li ya xwe bikin, û hun zanibin ku wacib(erka)we di welêt de çî ye ?
Bêguman ewî bi xwe jî bersiva vê pirsê di pêşgotina gotara xwe de bi çend hevokên sudar dane xwendevanên xwe û rêya xebat û berxwedanê nîşanî wan dike .
Herweha hin gotarên din jî di vê hejmarê de cihên xwe girtine;mîna 1-Balafira bêbalafirvan an bomba firolek.2- Miriyê ko li ber masê rûdinişt 3- Lê di hejmara herî dawiyê,ya(28)ande;ev gotarên duhatî hatine weşandin;1-Perçeyên canê mirovan.( bijîşkê Mîran )2-qewraşa general (Silêmanê Ferho).3-Nêçîra berazan.(Qedrîcan).4-Parîs(Silêmanê Ferho).5-Dîroka jîna Selahedîn ,xelek 5(Osman Sebrî.)6-Dîroka jîna Napoliyn,xelek 12.(Osman Sebrî) 7-Katêrîn;çîroka Împeretora Rûsyayê a bi navûdeng- 1- (pisporê eskerî ),8- Ji lawan re (Îhsan Norî),9-Înqîlaba sor a mezin (Qedrî Can) û hin mijarên din .
Bijîşkê Mîran di gotara xwe( perçeyên canê mirovan) de hin agahiyan li ser çêkirina dest û lingan sînahî dide xwendevanên xwe ,ew dibêje piştî şerê (1914 -1918) an sînaheta çêkirina ling û destan gelek pêşda çûbû.
Ji mirovên seqet re yên ko dest yan lingekî wan di şeran de hatibû birîn yan şikênandin ji pola hesin û textê dest û lingine welê çêdikirin,ewanan dikanîn bimeşin û bixwin û ewan dikanîn karên xwe jî bikirina. Ji aliyê din jî yên ko bi çavekî dibûn,çavekî pîpoq çêdikirin,lê mirov bi wî çavî nedidît û bi tenê kortika çav pê dihate dagirtin,carna jî ji yekî difinbirî re difnek çêdikirin,perçak goşt ji mile wî dibirîn û bi difna wî ve dikirin,lê îro zanistiya bijîşkî sûdê ji laşên mirovên mirî dibînin û berî çend mehan di Nuyorkê de emeliyeteke wilo çêbû û xelk li wê emeliyetê ecêbayî diman,jineke beriya deh salan çavên xwe winda kiribûn,Diktor reşikên çavên jineka kor bi reşikê çavên mirî guhartin û bi emeliyatê jinka kor sax bû,bijîşkê Mîran hîn li ser pêşveçûna zanistiya bijîşkiyê li welatên din jî radiweste û hin zanyarên zanistî dide xwendevanên kovara (Ronahiyê ).
Lê Qedrîcan di mijara xwe (nêçîra berazan) de li ser rêyên dijwar,rêyên bi kelem,newal û zinarên bilind dipeyve û ew dibêje: Ez û du hevalên xwe bûn,tifingên me li milê me bûn,rextên me li piştên me bûn,ev ne cara pêşîn e,em gelek caran bûbûn rêwiyên vê rêyê û nêçîra berazan ji me ra bûbû meraq,yanê bi kurtasî nivîskarê dengdar Qedrîcan bi ferehî li ser rêveçnên xwe dinivîse û dibêje: Çawa ew û hevalên xwe pêrgî dijwariyan tên û ew gotara xwe wek çîrokên dirêj pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Lê Silêmanê Ferho di bin navnîşana( Parîs) de weha dinivîse:Di nav (2000) salan de biyaniyan ji (20) caran bêtir Parîs vegirtiye(dagîr kirîye), lê xelkê Parîsê tucaran bajarê xwe di bin lingan de ne hêştiye û hercar jî wan biyanî bi awakî derdixistin û gotarnivîs di vir de çend nimûneyên berçavkirî li ber çavên xwendevanên xwe rêdixe,emê yekê tehnê li vir wek nimûne binivisînin:1-Di orta (navîna)sedsala çaran de Împiratorê Romanî Juliyan Parîs vegirt,lê di sala (365) an de Melîk Valîntiyan dîsan Parîs jê istand.
Sulêmanê Ferho dixwaze di vê gotarê de wireyên niştimanperwerên Kurd bilind bike û hêviyên wan geştir bike û bêje:Eger çiqas Kurdistan ji aliyê neyaran de were dagîrkirin,lê ewê bi rêya têkoşînê jî ji bin destên dijminan rizgar bibe .
Osman Sebrî di dîroka( jîna Selhedîn di xeleka (5)) an de li ser halê dewleta Selçoqiyan ya di bin destlatdariya Melikşah û wezîrê wî Nîzam El-milk da bû – radiweste,Osman Sebrî hîn dibêje:Nîzam El-melik bi zanîn û dûrbîniya xwe ew welatê mezin weke gulîstekekê di tiliya xwe de digerand, yanê bi kurtî Osman Sebrî weke dîroknasekî şehreza li ser vê heyama dîrokî radiweste û sermiyana kovara Ronahî di zanîna gîştî de hîn dewlemenditir dike.
Qedrî Can di gotara xwe (înqîlaba sor a mezin de ) weha dinivîse:Em cengê naxwazin!Me Qeyser navê !Her bijî koma milet!
Bi hezaran pale di meha Avdara (1917) an de ;bi hezaran pale û xelkê Pêtrêsburgê girup,girup di koçeyan de digeriyan û ev pirsên jorîn bi hev re û bi yekdengî digotin.Lê Qeyser û malbeta wî ji paş pencereyan li wan komên rêncber,pale û ciwêlekan dinêrîn û dikeniyan û digotin:Zurîna van keran em gêj kirin! Qedrî Can dibêje:Lê ew gêjbûneke siyasî bû,ew dikeniyan, lê dilên wan digriyan û taya mirinê bi qirika wan girtibû,text û bextê wan dihejiyan,lê ev diyardeya li welatê Uris li her cihê diqewmî û ewan azadî dixwastin.
Qedrîcan li ser jiyan û xebatên Lênîn jî li dervayî welêt û li hundir welêt ta serkevtina şoreşa Oktoberê jî radiweste û di pişt re ew hin agahiyan li ser Kurdên komarên Sovyetistanê û hin destkevtinên netewî jî bi xwendevanên xwe dide nasîn, lê ew ne ji dûr û ne ji nêzîk li ser (komara
Kurdistana sor) napeyve,ka ewa bi biryara kê hate damezrandin û bi biryara kê jî ewa hate rûxwandin ???? !!!!!. .
Bê gûman ewa bi biryara Lênîn hatiye damezrandin û bi biryara Stalîn jî hatiye rûxandin ,çima û xêre ? Eva mijareke taybet û serbixwe ye ..
Bi vî rengî em gihane dawiya lêkolîna ser hin gotarên balkêş û emê di xelekên duhatî de li ser (wêje bi hemû şaxên xwe ve di (Ronahî )de rawestin.

Dûmahîk heye
5.01.2024