Demjimêr çil û heştê nîvê spêdeyê.


Mizgîn Hesko

Hîn çivîk raketî
Û refê tiliyên min
Hişiyar…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê spêdeyê ye..?!

Hîn zûye…

Destên spêdyê
Bi berf û mijê dagirtî
Ne Spêde ji xew radibe
Û ne jî tiliyên min î
Ku di nav porê spêdeyê de
Tevizî
Radikevin…!

Spêdeye…
Berf dibare
Û tiliyên min î
Ku di nav destên spêdeyê de
Lerizandî…
Fîdan û şitlên ku xak
Azirandî…
Û meyvegotinên ku ji xameyê
Wêrivandî…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê spêdeyê ye…!

Hîna zûye…
Û dêliya takîbitenê
Ku sîbera wê
Welatek digirtî…!
Û şaxên ku hîn jî
Xwe li nuqa jiyanê
Radipêçin
Serê vê spêdeyê
Bi serdana berfê re
Hatin…
Û bi ser min de barîn.

Spêdeye…
Belgên spî
Bi nazenîn î dibarin
Gaveke din
Dê berf ber bi
Damarên axê ve biherike…

Û ev qeyika….
Ku serê vê hoşiyariyê
Nîv xilmaş
Kî dê ….
Derengî pêlvedana bîranînê
Ji qeyika bêrîkirinê re
Bibe berav…?!

Hîna zûye…
Û çavên spêdeyê
Kor in.
Ber bi berfê ve
Bîrdanka azarên çil û heştê
Dilop, dilop dirije…
Zûye û berf hîn jî dibare
Ji pencereya xwêsî girtî
Dinerim
Daristan…
Di bin barê berfê de gevizî
Û di bin berfê de
Kulîlkên serxweş…!
Û tiliyên min
Hîn jî…
Ji xameyê diwêrivin…!

Hîna zûye…
Rûdêmên spêdeyê
Sar in.
Neynûkên sirê
Xar in.
Û ez di qubletgeha berfê de
Di lêgeriyaneke bê dawî
Hîna jî…
Rêyan…
Û hevokên nedîtber li ser zarê daristanê
Bi dilgermî dixwînim
Gerhok im…!
Hişê min gerhok e..!
Û hîn…
Û tiliyên min gerhok in…!

Gerhok im…
Û di tûrikê gerhê de
Çil û heşt bar
Ji tovê bi hezê nixumandî
Kî ew çand..?
Kî ew bi firmêskên zelal
Vejand…?

Dildar…
Tên serdangeha berfînokan
Ku diçin
Li şûn xwe jibîrdikin…
Hinek ji xwe
Û pir ji qefdên dîlokan…!

Spêdeye
Û ez…
Di wargehên bi mijê
Û bîna xameyê dagirtî
Li xwe haye dibim
Ku sal…
Xapîn in
Salek…me radestî yeke din dike
Û demên bihûrî
Mîna rewrewek û xewnê
Kî me û li kû me…?
Û wiha hiş …
Min dibe û min tîne
Û wiha bi hin ramanan
Bîrewerî dijenê…!

Spêdeye
Û di bin berfê de
Rê kesk in…!
Li têgehên hebûna bêdeng
Û rewanê jêderên pîroz digerim
Digihim/ nagihim
Û çil û heşt salên dînok…!
Û bi dehan werzên dirêj
Geh şad
Û geh xeydok…!
Û dilê min…
Ku di nav destên zordariya temen de
Zuhabûyî û hîn ne zuha…!
Û çavên min
Ku li dergehê welatekî digerin…?!

Û demjimêr çil û heştê
Nîvê jiyanê
Awirên te
Ku li rasta
Pêlvedana hestên min dibin
Gotinên te
Ku li têla herî nazik
A dilê min dixin
Şaxên daristanê
Ku di bin barê berfê de
Çokdayî …
Kesk dibin…!
Çil û heşt bihişt
Di pêjna te de
Kesk dibim…!

Kesk dibim…
Na, na heşîn dibim…!
Û serê vê spêdeyê
Û hemû spêdeyên sava
Çavên te
Ji qehweyê axê
Hilma te
Ji yasemîn û gulavê
Û li ser textê sîngê
Çar zevî sinbilên
Destnimêjgirtî
Ji şevnem û xunavê
Û hîn …
Di lêgeriyana xwe de
Ta bê dawî….
Gerhok im
Û hîn…
Û ta xirêna mirinê
Li dergehê
Welatekî digerim…?!

Gerhok im
Diçim, dûr diçim
Û her ku dûrtir dibim
Bêhtir…
Ber bi pêjna te ve têm
Ber bi çil û heşt rojbûnên binefşên….
Ku li ser zendên te ên badayî
Digernijin…!

Çendîn…
Spêde xemrevîn dibin
Dema ku…
Bi çavên te dinerim
Di wan de kûr diçim
Û dema ku …
Ristên min
Bi dilê te dipûnijin…!

20. Mijdara 2021

………………………………………………………………
* Hatiye belavkirin di Berhema Surperiya zîvê sihirdar de.
* Çapa yekemîn. Weşanên Sersera Avdar 2022.
* Çapa duyemîn. Weşanên NA. Havîn 2023.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…