Ehmed Tahir
Hey perwana li ser gul e
Tu dermanê derd û kul e
Bihejîn e bejn û mil e
Eşqê têxe di van dil e
Hey kevoka li ser ban e
Hinguvê di nîvê şan e
Pir şêrîn û naz û can e
Êşa dilê min dizan e
Hey delala pir deng xweşê
Xwedya çen û dêmê geşê
Rengê porê şeva reşê
Sed xwezî bi mi re meşê
Tu xatûn û taca serî
Hem elmas û zêrê zerî
Pir nazikî rengê perî
Carek were li ber derî
Têxe dil de vîn û evîn
Li ber heyvê xweş e şevîn
Em li darxin soz û civîn
Bila buhar bibe havîn
Nobedarê çavên te me
Sebr û hedan dil de nema
Ketim derya kul û xema
Tiwî kata serê lema
Tu dil xweşke di vê şevê
B,ner seyda çi ji te divê
Çavên xwe ne berde revê
Seyda gorî lêv û devê
Bîna xweş tê ji gerdenê
Gotin xweşê dev li kenê
Ji mir veke pişt û benê
Ez qurbana lêv û çenê.
https://www.facebook.com/photo/?fbid=2150303018658534&set=a.124849937870529
Rengê porê şeva reşê
Sed xwezî bi mi re meşê
Tu xatûn û taca serî
Hem elmas û zêrê zerî
Pir nazikî rengê perî
Carek were li ber derî
Têxe dil de vîn û evîn
Li ber heyvê xweş e şevîn
Em li darxin soz û civîn
Bila buhar bibe havîn
Nobedarê çavên te me
Sebr û hedan dil de nema
Ketim derya kul û xema
Tiwî kata serê lema
Tu dil xweşke di vê şevê
B,ner seyda çi ji te divê
Çavên xwe ne berde revê
Seyda gorî lêv û devê
Bîna xweş tê ji gerdenê
Gotin xweşê dev li kenê
Ji mir veke pişt û benê
Ez qurbana lêv û çenê.
https://www.facebook.com/photo/?fbid=2150303018658534&set=a.124849937870529