Elegez di dîroka Giyanasî û Mêş û Mûr de

 

Şîlan Doskî

Elegez(Camuşvana Mezin) navê gundekî Ermenistanê ye. Akinciyên wê ku Kurdên bi ola xwe Êzdî ne di salên 1877-1878an di dema şerê Rûs û Tirkiyê de mişextî Ermenistanê bûne.
 Giyanasê Rûsî, Tzvelev, Nikolai Nikolaievich(z. 31 Çile (li gorî pasaportê 3ê reşemehê)sala 1925an li Tambov – m. 19 tîrmeha 2015an li Sankt Petersburg)kulîlkek bi navê zanistî yê Linaria kurdica var. alagezica Tzvelev.(Benzerik/Bengzerika Elegezê)tomarkirî ye. Danheva giyayê wê di 15ê gilavêja sala 1932an li herêma Elegezê ji hêla E.Bush & N.Bush bûye.

 

 Ev nav sala 2006an di nûçeyên birêkûpêk yên Nebatên bilind Moskow, Lênîngrad (Novosti Sist. Wysch. Rast. 38: 219.) de hatiye weşandin. Ev nav hevwateya navê zanistî yê Linaria kurdica Boiss. & Hohen.(Benzerika Kurdî (Bengzerik))û navekî pejirandî di dîroka giyanasiyê de û di lîsteya navên zanistî yên dar, gul û giyayên Kurdistanê cih digire.
Giyanas Tzvelev giyayek din jî bi navê zanistî yê Stipa pulcherrima var. alagezica Tzvelev. (Ormix/Palaxa Elegezê)tomarkirî ye ku ev nav jî di kurtiya Flora Kafkasyayê(Konspekt Fl. Kavkaza)de hatiye weşandin û danheva giyayê wê di 20ê gilavêja sala 1932an li çiyayê Elegez di bilindahiya 1900m., de bûye. Ev nav hevwateya navê zanistî yê pejirandî Stipa pulcherrima K.Koch. e ku di dîroka giyanasiyê de du nav bi navê Elegez ji hêla giyanas Tzvelev ve hatine tomarkirin.
Di cîhana Mêş û Mûr an de malbateke piçûk a Mêşan bi navê Athericidae heye ku bi navê Mêşên avê tên naskirin. Cureyê Atherix alagezica Paramonov. ji evê malbatê ye ku navê wê Mêşa Elegezê ye ku ev nav ji hêla Pispor û Mêş û Mûrnasê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û Awistralya  Sêrgê Cak Paramonov(Sergey Jacques Paramonov z.4 mijdara 1894an li Xarkêv- Ûkraynayê –m. 22 rezbera 1967an li Kanberra- Awistralya) ve hatiye tomarkirin. Ev nav sala 1926an di Soc. Entom. (Parçeyên ji bo naskirina heywanan) de hatiya weşandin.31.12.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…