Nûçeyek Xemgîn

Îro 19.12.2023, Helbestvan û Nivîskarê Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê Mamosta Mûsa Zaxuranî yê navdar bi (Bavê Gulê) li Hewlêra Paytext koça dawî kir.
Mamosta Mûsa Zaxuranî, xelkê devera Qamişlo ye û li sala 1955 li gundekî nêzîkî Qamişlo ji malbateke kurdperwer jidayîk bûye.
Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û karê mamostayê (perwerde) kiriye, û 3 pertûkên çapkirî hene, bi egera nexweşiya xwe di jiyê 68 salî de, îro roja sêşemê 19.12.2023 li nexweşxaneyeke Hewlêr çû ber dilovaniya Xwedayê mezin û xatirê xwe ji diniyayê xwest.
Bila cihê Mamosta Bavê Gulê behişta pan û berîn be û serê malbata wî û gelê kurd sax û selamet be.

Qamişlo 19.12.2023


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
…..
Kurtejiyana helbestvan Mûsa Zaxuranî..
Helbestvan
û nivîskar Mûsa Zaxuranî , Mûsa Osman Xelef naskiriye bi Mûsa Zaxuranî
di sala 1955 an de hatiye jiyanê, li gundê letîfiyê, li ser sînorê
tirkiyê û sûriyê, rojhilatî qamişlo bi 8 k.m.
Xwendina xwe ya
seretayî li gundê xwe xwend, û her şeş salên din li dibistanên qamişlo
xwend, û di sala 1973 an de bekeloriya wergirt.
Li çend cihên din gelek korsên xwendinê birine, nemaze li ser markisîzmê û tevgera karkerê cîhanê û aboriya siyasî … hd.
Her di wan korsan de di nav yekemînan de bû.
Ji sala 1969 an ve helbest bi kurdî û erebî hûnandin e.
Di
gelek rojname û kovarên kurdî de nivîsiye, û helbestên wî hatine bilav
kirin di van kovaran de : ( metîn – sitêr – gelawêj – gurzek gul – zanîn
– peyman – rojhilat – peyv – xebat – teaxî – roj … hd ).
Di hemî festîvalên helbestî de beşdarî dikir û di hemî bîranînên xebatkarên kurd û şîn û şahiyên gelê kurd de amade dibû.
Endamê komîta mehrecana helbesta kurdî li sûriyê ya sala 2007 an de, yek ji damezênerê koçka qamişlo ya çand kurdî ye.
Hemî cûrên helbestê û li ser pir babetan helbest hûnandine, û gelek êş û girtin û lêdan xwariye di ber kêşa kurdî de.
Her
wiha di sala 2011 de ji ber ku beşdar dibû di hemû xwepêşandinên li
dijî rêjîma sûrî çi bi şev û çi bi roj, û dema ku ji herêma kurdistanê
vegeriya li qapiyê qamişlo û misêbînê hate girtin, bi zinan zindan
gerandin ta li zindana ( el feyha ) qefandin, her di wê demê de gelek
zorî û lêxistin û êşandin û işkence kirin dîtiye, û her li hemû navend û
senterên polîs û emin û asayîşan de lêdan ji rêjîmê xwariye û zor lê
hatiye kirin ji qamişlo ta zindana ( filestîn ).
Her wesa ji bo mafê
gelê kurd û kurdisanê di gelek şandan pişikdar bû û her li pêş bû, û
diwemîn lîste ya ku li ser rewşa pirsgirêka kurd li sûriyê radestî serok
wezîrê hikumeta sûriyê yê wî wextî ( ebdulreûf el kesem ) kiriye.   
Berhemên çapkirî ev in :
1 – Govendek Helbest.    Helbest    2009 Z.
2 – Bûka Helbestan.   Helbest    2022 Z.
3 – Landika Helbestan. Helbest 2023.  Xelat û bawernameyên ku wergirtin ev in :
1- Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S
2 – Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.
3 – xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.
4 – Xelata rêzlêgirtinê ji şaxê Duhokê yê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriyayê sala 2022 Z .
5 – Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa ( NRC ) ya Emrîkî.
6 – Xelat sendîka hunermendên Kurdistan – Rojava.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…