Mixabin ev kar hinekî bi dereng ket, gelek sedem hebûn. Ev kar hazir dibe û bi hêvîme di nêzîk de wê derkeve.
Ne hesan bû di wexte ke teng de li Vienna hevpeyvînkê li gel Prof. Celîlê Celîl li darxin. Ji alîyekî ve dema Prof. C. Celîl nebû û ji alîyî di ve du rojên min mabûn.
Wê şevê ez nizanim, çawa min xewkir, bi hemî xeyala xwe çûm Lênîngiradê, ji ber nasîna min gel malbata Celîl, wek min got, vedigere salên xwendina min ya li Lênîngiradê, ku dostaniyek pir nêzîk gel Prof. Ordîxanê Celîl çêbibû. Dostanîya ku neh salan dirêjkir, nayê ji bîrkirin, gelek bîranînên xweş henin.
Em gihiştin mala Dîrokvanê xwe, piştî nîvro bû.
Bi dilgermîyeke mezin Prof. C. Celîl pêşwaziya me kir. Em gelekî axivîn, çi li ser Rojnameya Ria Teze çi li ser kurdên Sûrîyê û stranbêjan û çi li ser dostanîya min gel Prof. Ordixanê Celîl. Ji bo Prof. Celîl balkêş bû danûstandina min gel Profesor Ordixanê Celîl.
Katjimêr 17:00 bû, me Hevpeyvîn li Pirtûkxaneya bi navê Casimê Celîl, gel Prof. Celîl destpêkir. Ev jêrnivîs ji hevpeyvînê ye derbarê Reşîdê Kurd û Ria Teze de.
Hevpeyvînê ji Ria Teze destpêkir û wiha domkir:
Profesor Celîlê Celîl: (Arxîva Ria Teze ji roja çêbûnê û heta sala 1992 dihate mala me û di destê min de hebû), erê, tişta balkêş heye. Reşîdê Kurd resmî bû, yê dewleta Sovyetê bû, ew mêvanê Dewletê û yê Partîyê bû, bona mêraniya wî, qedrê wî gelek gel Partîyê hebû. Li wêderê (li Sûriyê) Partîya wî gotibû, lema jî wilo dibû. Ew ya ku li bîra min de maye: ew ku hate Hotêla here mezin Meydana Yêrîvanê, nêzîkî mala me bû (150 – 200 Metre) ji wêderê dire û tê mala me.
Ew resmî dibirin û cih nîşanî wî didan, em bêjin Dêreke kevnare û gelek bi qîmete bi dîroka xwe, nîşan wî didan. Carekê jî kelehek nîşanî wî didan, yanî tiştên dîrokî, ew digerandin.
Eve roja çaran, pêncan bû, îca wexta xelas dibû, azad dibû, resmiyet tunebû, dihat mala me, îdî ma ewê çibike.
Cara yekem ew anîn mala me û hîn bû. Carekê jî telefonkir bavê min çû pêre hat, îca ew hînbibû rêka mala me.
Carekê hat gelek aciz bû, gelek aciz bû. Ez çi bêjim, almanî dibên «wortwörtlich», (wek bûye ez dibêjim, bi rastî)! Erê, hat îca diya min jî gelek qedrê wî zanîbû, diya min dê û bav nedîtibû, bira nedîbû, jêre digot Apo, ew hat rûnişt. Diya min diçe û tê, mala me du ode bûn, firaxekê hiltîne, tiştekî tîne ser maseyê datîne, çayeke û dibê: Apê Reşîd, xêre îro kêfa te ne li ciye? ew jî timî kêfxweş bû, lema ber çavê diya min ket, êêê, ez çi bibêjim! Ez hatime vira kurdan bibînim, kurdan. Rokê min dibine filan Kenîsê, rokê min dibine filan Kenîsê. Ez hatime kurdan bibînim, yan dêran bibînim? Ez dêrê wande bimîzim, tiştin dî jî dibêje….(Prof. Celîl dibêje û dikene).
Ew merîkî gelekî rast bû, ne tenê wek komonist resmîye, yanî wextê wî dagirin, ew hatiye nav miletê xwe.
Carekê jî ew hate Akademiyê. Em pêre rûniştin, em 5-6 merî bûn.
Xeber da ku kitêba xwe ya Rêziman anîye û dixwaze çapbike, ew partiyê gotibû, Serokatîya partiyê li Yêrîvanê, Armenistanê ew sipartibû Akademîyê.
Ew ji wî zêde Ria Teze pê meşxûl dibûn, Ria Teze ew Organa Partîyê bû û ew jî ji Moskoyê hatiye, ew merîkî wisa nîne herkes pêre bide û bistîne.
Çend caran ez çûm Hotelê odeya wî, odeya wî gelek xweş bû.
Icar, (Prof.Celîlê Celîl serê xwe dihejîne, acize, keserek kişand û bi nerazîbûn tîne bîra xwe), ez gelek jê hezdikim, oooowa!
Jêre gotibûn: Zimanzan Meksîmê Xemoye, bela pirtûkê hazirke, pêşniyarî çapêke, dibe çêtirbe, weke bê xuyakirinê.
Îcar ewî jî gilî kir, got: min wa da ber singa xwe û di paşila xwede veşart û ji Sûriyê ve bi dizîka bi xwere anî, min go bera şensek çêbe, Sovyêtê de çapbibe!
Reşîdê Kurd ewqasî nikarîbû bima ya, du heftî bû, çiqasbû. Jêre gotin tu here, emê xelaskin û bişînin.
Lê berî çûnê jî ez carekê çûme oda wî dîsa gelekî aciz bû, Meksîm hatibû, ew û Egîdê Xido, ew jî pê mijûl dibû. Dibirn Gundên Elegezê digerandin, wêderê xwendin gelek pêşde çûbû, dibirin wêderê.
Lê, orta wî û Meksîm carekê xerab bû, îca min go xêre Apo? Hema çû ji masê destkitêba xwe hilda, anî û got: ev Meksîm çi dike serê min?! em rûniştine dixebitin, dibêje ev ne başe û ev nebaşe, eve çêtire em derxin, filan bêvan, ê tişt namîne, ev çiye?
Hema destnivîsa xwe hilda û e’rdê da, û bi piya pê ket, a ev xerabe, a ev xerabe …. .
Min ew haş kir destê wî girt, ne tişte, xemnake, emê xwe bidne ber, filan bêvan, hinekî rehet bû. Lê Meksîm gotibû here, here, ezê bikim. Lê wî nekir! Mixabin!
– Meksîm kîye?
Prof. C. Celîl: Ew Meksîmê Huseynê Xemoyane. Ew jî xuya ye pozê xwe lê bilind kirye. Akademisyane! Yani merî hene, dixwazin xwe nîşan bidin. Ê bavo te Akademî xelas kirî. Ewî jî Hebs xelas kirî ye, jiyana Hebsê xelas kirî ye, ew çi nivîsîye ne yê profêsore, lê li piraktîkê ev kar diye. (ka em çayekê vexun Adil. Maseyek girover gelek ciwan bû û çend cure Kulîçeyên xweş li gel çayek reş li hêvîya mebûn).
“belkî behtir ji 60 salî ku derbas bûye, lê ez hê jî di çavên Mamoste Celîl de dibînim, ku bi hêrse û acize dema ku ew van bûyeran tîne bîra xwe, bê çawa neheqî li Reşîd bûye”. Min nedixwest hevpeyvîn bikeve rengekî pirs û bersivan de û me dîsan dest pêkir.
Mamoste dibêje: Tiştê Meksîm fêhmnekirye ewe: ew bi xwe (R. Kurd) Fênomêneke, di Hebsêde gelek nivîsîye, ez bawerdikim wa buye. Çimkî, evê ku anîye, ku şexsiyeta wî biparêze.
Zanistî ew şertê mezine, ew gerek wa neke, metirialê ku heye, ew jî bese, gerek ew weke heykelek bihata çapkirinê.
Te tişt bixwesta guhdarbike: cem me wisa, eve ser şertê filan tiştî eweye, eve wisaye, û wilo, bi vî awayî. Me’rîfeta wî ya Akademî tunebû û ku çi zanî wa gotiye. Qîmet nedaye tiştê ku ber wîye. Ez çima vê dibêjim, ku ez van tiştan baş fam dikim, ew jî saya Folklorê ye. Folklor van tiştan gelekî nasdike. Ez nabêjim ku tu rast nabêjî, gerek tu hemî rengan bide, da ku keskesor çê bibe.
Eger tu gişî bikî qalibek, dibe lê wexta ku welatê te serbixweye, gihiştine hev. Folklor dimîne, zimanê Edebiyetê dibe rêk û pêk rengekî, çimkî zimanê çapemeniyê gereke cûrekî binivîsîne, bona gişan, ew ziman dibe yê dewletê.
Lê wek zimanzan, tu dikarî hemî jî binirxînî û bibêjî, li vê herêmê wehaye.
Ewî ew nenivîsiye bo hemî Kurdistanê, ji welatê xwere nivîsî ye, wêderê hinekê bixwînin.
Ê helbet ez zimanzan nînim, lê wextê ez li Aspîrantûrê bûm (Xwendina bilind piştî Zanîngehê ye), doktora xwe min ser Dîrokê hazirkir, îca rehmetiyê Prof. Qenatê Kurdo xwest ku ez zimanê kurdî jî bibim.
Carekê min got, hevalê Kurdoyêv (Qenatê Kurdo) eve ji ya min dûre. Wî ji min re got: Celîl, kurdzanî, kurdzanî çiqas berfirehe, rokê ew ziman, tu zanî wê kêrî te bê, û bi rastî kêrî min hat, dema ez hatim vira (Viyênna) berî 15 salan, tevî kurdzaniyê, Dîrok Etnografî, zimanzanî jî bingehî bû, min ders dida.
Û di derheqa Reşîdê Kurd de: xwezî du sê heb bîna Reşîdê Kurd hebûna. Îcar yê ku ne di bin zulmê de ne dikarîn û hebûn, belkî li Iraqê, lê bona çend milyon kurd gelekî hindikin.
Lê Reşîdê Kurd wek Komonist ew famkir, ku eve giringe bona milet. Ma kî wê bike ku ne komonist be! Bi xwe ne zimanzanin, zimanzan dixûnin, hîndibin.
Celadet jî ne zimanzan bû. Lê xwe amade kir û pêre jî yekî wek Roger Liskot hebû ku famdikir. Lê Reşîdê Kurd wek stêrkê bû ku du caran eşqê wî hebû, yekê bona perîşana ronkayî dida, sosial, feqîra û belengaza, yekê jî nav xwendevana de, bi min, ewa wî gelekî mezine. Û tiştekî dinê jî heye, ew merîkî helal bû (destpaqij bû, xwedî prinsîp bû), wexta wî digrin, girêdidin û nava bajêr re digerînin, dibêjinê tif komonistan ke, yanî bêje ez destdikşînim, nedigot, bi cesaret wîna birin Hebsê. Wî xwe ne şikand.
Ewî nîşan da, ku gereke komonist çawa bin, komonistê rast! Lê komonist gelek çê bûn, bona mala xwe, bêrîka xwe!
Rastî gelek kominist hebûn dinê de bi bawerî bûn, lê bona me kurdan, tenê Reşîdê Kurd bû.
Bawer dikim wê kurdê Sûriyê, wê hê qîmet bikin, ji ber ku Sûriye bo me melaze her sal çi dibe, nahêlin bi ser hişê xwede bê. Lê dîsa, dîsa mêrxasê xwe bîr nakin, bêhtir dinirxînin, eger kurdîya me, kurmancîya me, ya Sovyêtê hesab nekin, ê kurdistanê ku vegere, êdî ma ew ya pêşîyê saya kurdên Sûrîyê ye, yên weke Cegerxwîn, Osman sebrî, Tîrêj, Keleş, Nûreddîn Zaza, Namî, gelek hebûn, mirov navan, sisyan dibêje, çaran ji bîr dike! Yan Qedrîcan, ew komonist bû, yê ku komonist qedrê wî zanibû, bo navê mêraniyê, navê helalîyê û bo Kurdbûnê. Ê dinê giş wê bigotina komoniste, lê nikarbûn bigotina newêreke, yan jî qelse, na. Ew bona komonistan jî bû nimûne!