(Mîrname) ya Ehmedê Xanî û hûnandina Jan Dost

Zara Salih 
Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi şarezayî û tevneke ku di wî asoyê işqa Xanî de roman hûnandiye.  jiyan, raman, felesefe û işqa şairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û şêweyek ristesazî hatiye nivîsandin.
Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke dîrokî, ku bi jiyan û berhemên helbestvanê kurd yê navdar ve girêdayî ye, bi wê xeyala xwe ya romansaziyê, yê xwendevan derbasî civaka Xanî û wê serdema wan heyaman dike, û tayibet dîrok û civaka kurdan û êş û pirsgirêkên ku heta roja îro jî berdewam in.

Tevlû ku romannivîs, bêguman, kedeke bêhempe ji aliyê xwe ve kiriye, lê wî vê carê bi teknîkek hesan pirtûk li ber yên xwendevan raxistiye û ev jî tê wateya hostayiyeke romansazî mezin. Bi rêya ku Jan Dost her leheng û karakterên romanê ji hev cuda kirine, û her kes ji wan çîroka xwe bi Xanî re dibêje. li vir yê xwendevan dikare her beşekî bi tena wê bixwîne û şaş nabe. tişta herî balkêş jî ku wî gelek kesayetî derbasî romanê kirine û pê bêtir zengîn bûye mîna ( Teymûrê fasiq,  Şengê, yê rûgirtî, Mele Ferîd,  Buharî, Mîr, Selaheddînê sehhaf, Şemoyê qewwal, Hekîmê fille Zuhrab û gelekên din).Dever û cih jî her nexşeya welatekî parçebûyî ne mîna Kurdistan diyar dikin, nemaze ku bûyerên sereke li Bazîdê ne, lê ew gelek gund û bajarên Kurdî din jî tîne ziman mîna Cizîra Butan, şûnwarê Mem û Zîn ku Xanî destana evîna wan nivîsî bû.
Ew serdema giring di dîroka kurdan de ku dibin bandor û bindestiya Turk û Farisan de bûn ( Rom û Ecem), û hişiyariya Ehmedê Xanî di vê derbarê de û doza wî ku yekem bang bû ji rihê netewayetî ya gelê Kurd re û yekîtiya wan.
Bi xeyala aşiqekî û zimanekî Kurdî şêrîn, romannivîs karîbû tevna işqa Xanî û Şengê( ku wê û Xanî ji hev hezdirin) di nava pirtûkê de bihûne û girêdana wê bi nivîsandina Xanî ji Mem û Zîn re jibilî hin faktorên dî jî ku bandora wa li ser wî hebûn.
Ev bi xwe kurtenivîseke ji aliyê min ve weke kesekî xwendevan, ne mîna pispor û rexnevanên wêjeyî ku ew karin nirxê romanê bidnê û ji hev veçirin, tevlû ku mentelîte û zihniyeta kurdî hîn ya wê dema Xanî ye ku ji hev heznakin û berhemên kurdan naxwênin, û bêhtirên wan berhemên hev naxwênin nexasim kesên nivîskar û roşenbîr, lê eger berhemên biyaniyan be, helbet ne wilo ne, û xwe pelû dikin. Wêje û edebiyeta Kurdî ne kêmî ya derdora me ye tevlû hemû astengiyan û pêwîste ku em jî berhemên xwe yên kurdî bixwênin û binirxînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…