SAR WEKE TIRSÊ

RONÎKIRINEK
FADIL TEMO
                                            
Sar weke tirsê” berhemeke nûye di pirtûkxaneya kurdî de , pirtûk gurzek helbest e ji danîna helbestvan Ciwan Nebî ye û weşanên çapxaneya El-zemane zivistan 2006 . Pirtûk 28 helbestan di navbera qabên xwe de himbêz dike , ev yekem berhema Ciwan Nebî ye ango helbest ji nûberên dara dil û ramanên helbestvan in . Di pirtûkê de xem û pejare bêtirî şahiyê sîya xwe davêjin ser mijarên helbestan û helbestvan li ser deriyê hestên û helbestên xwe vê hevokê dinivîsîne
Ezim cêwîyê hêsrên xwe yên lal
Lê hêsrên helbestvan wer lal namînin , çiku her çîlkek ji hêsrên wî dibe tayekî di ristina kerasê xema pênûsa de , û xema wî bi reng dibe . Û helbestvan wek penaberekî di bin stûnên bêhêviyê de gelek namîne û dilê helbestvan bi mezinahiya xwe kefenê bêçariyê diçirîne
 Buhar kenek bû Ji
 lêvên te
 Asteyê helbestan di pirtûkê de wek cografiya welatê helbestvan e , hin wek çiyayin , bi wêneyên xwe yên çeleng û bêjeyên xwe yên şayik û lihevhatî bejin bilindin
Ez ramûsaneke şor
Di helbestên xwe de
Diyarî te dikim
Qena tu zanibî
Ez çiqas digrîm
 ———————
        Evîna te
 Evîna te neynikek bû
Min ew bi dîwarê tariya ve
                  Didaliqand
______________
pêlavên şahiya min
 li peyên wê teng dibîn

 û hin jî deşt û newalin , asteyê helbestê nizm dibe, ta dadikeve radeyê axaftina normal 
           Zozan
Xuha minî tenê
 Ezê çi ji te bêjim
 ____________
zivistan tê
 zivistan diçe
 Lê evîna min ji te re
 Serxweş dimîne
____________

û weke hemû berhemên kurdî gundîtiyê û koçeriye cihê xwe di xeyala nivîskar de girtiye , û wêne û alavên gundî pêlên ximava pênûsa nivîskar li peravan kolandine
 Bendewarî
Weke paleyiya nîskan
                    Min diguvêşe
Na Weke birandina kelpîçan
 Wilo jî
Ne li bîra kesî me
 Ne jî ew kûçikê
 Li devê mala me dike
                      Ewte
                         Ewt .
      ____________
Di cihne de mij xwe berdide ser pênûsa helbestvan û mebest di paş berçavka helbestvan tenê de dixwine , wek helbesta Zivistana zuha û helbesta Dan . Bi giştî helbest wek destpêk bi awayekî xweşik hatine danîn , û bi kurmanciyeke çeleng lê hinekî peyv herêmîne .
———————————————–

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…