«Jon Fosse» Xelata Nobel ya toreyê ya,2023an wergirt

Komît a dana xelata Nobel ya îsal 2023,
Nivîskarê Nerwêjî Jon Fosse, li ser Drama, pexṣan û nivîsê wî ên pêṣketî pejirandin.
Di daxuyaniya de, akademiya swêdî weha got: „ Jon Fosse ji bo lîstik û pexṣanên xwe yên nûjen, ên ku “deng dide, wan deng ên nayê gotin” hate xelat kirin.” Komîta Jurî ya xelat, di daxuyaniya xwe de weha got: Fosse rewṣên rojane li ber me radixe, û dihêle em wan di eynî demê de, dîsan nas bikin.
Jon bi pirtûkên xwe, Xemgînî. Navê din û Trilog bi benavûdeng bûbû li ser wan sala 2015 xelata Skandinavien stand.

Nivîskar ê 64 salî Jon Fisse yek ji bi navbangtirîn nivîskarê Drama di welatê xwe de ye. Wî bêhtir ji 50 berhe.î, ṣano, kurteçîrok, toreya zarokan, helbest û Roman weṣandine
Dramên wî ênnifṣên wî, herî pitir li Europa hatine lîstin.

Roman a wî ya bi navê ” Reṣ û Spî. Raudt, svart”, li dora gencekî dike, ku malbava xwe terk kiriye hewl dide xwe bikuje. Dramayên wî, pir ji wan xemgînî di wan de heye, tarî ne û sofîzim di wan de heye. FOSSE ji sala 1983an ve nûnertiya postmoderne di edebiyata welatê xwe de dikir.

Leheng û Protagonistên Fosse bi gelemperî pir xemanak û têkçûyî ne. Ev yek di monologa “Ew çawa ye” de jî heye, ku Xelata Henrik Ibsen wergirtiye. Di wê de ew dihêle hunermendek pîr li jiyana xwe û li paşerojek ne diyar binêre. Piştî sê hevseriyên têkçûyî û çend zarokên, ku ev demeke dirêj e neçûne serdana wî, tenê karê wî maye. Fosse dihêle ku mijarên hebûnî bi dawiya konkrêt û fizîkî ya jiyana mirovî re bigihîjin hev. Di heman demê de, perçe ji hêla tinaziyên nerm ve jî derbas dibe.
metnên pexşanên Fosse jî di van salên dawî de gelek caran ji aliyê rexnegirên toreyê ve bi şêweyekî baş dihatin pêşwazîkirin. Pirtûka “Trîlogî/ sêyane” bi sê çîrokên “Bêxewî”, “Xewnên Olav” û “Êvara karîxî.Tembel-” bi zimanê Almanî derket. Ev li ser evîn û kuştinê, li ser dilovanî û sermayê, li ser çembera jiyanê û li ser mirinê ne. Bi zimanekî mînîmalîst hatiye nivîsandin ku gelek hestan vedibêje.
Kêmkirina radîkal a zimên û çalakiya wî ya dramatîk, hestên herî xurt ên mirovî yên tirs û bêhêziyê bi gotinên herî hêsan bi kar tîne. Jêhatîbûna Fosse ji bo nîşankirina bêahengiya mirovan û nîşan bide ka ev yek çawa dikare bi paradoksane û dijberî bigihîje ezmûnek kûr a nêzî xwedayî, wî navûdengê nûjenek girîng di şanoya hevdem de bi dest xistiye.
Fosse, KafkaS. Beckett û James Joyce wergerandin ser zimanê Nerwêjî.Romana ya dawî, ku min bi elmanî xwendibû “Ez, yekî din im”.

Fosse dibe Norwegian çarem e, ê xelata Nobel werdigire. Ên din jî ev in.
Sigrid Undset, Knut Hamsun û Bjørnstjerne Bjørnson.
Fosse sala1959 li Haugesund ji dayîk bû, li gundekî piçûk mezin bû.wî di destpëkê de, peyvê stranan ji bo mûzîka pop û Rock dinivîsî. Di temenê 16 de dest bi nivîsîna helbest û kurteçîrokê kir.
Wî zanista edebiyatê li Bergen xwend, her wisa civaknasî, derûnnasî û li vê dawiyê mîna wanebêj
li Akademie ji bo nivîsîna dahênane li Hordaland kar kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…