Weşandina Kurteçîrokên bin navê «Sê Rojên Mê» ya nivîskara kurd Nûjîn Qido

 

Ji nû ji aliyê weşanxaneya (Na) li Tirkiyeyê yekemîn berhema Kurteçîrokan ya nivîskara kurd Nûjîn Qido bi navê “Sê Rojên Mê” derket. Berhem di 80 rûpelan ji sê kurteçîrokan pêk dihêt. Tablu û designa pergehê karê Mîran Ehmed e.

Qido di daxuyaniyeke taybet de di derbarê berhemedê got: “Şê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina rojhilatî ya kurd di nava nakokiyên şer û rûxandinên mezin de”.

Li vê yekê Qido zêde kir ku berhem xwe dispêre bûyerine rasteqîn di 2018`an di derbarê sê jinên bi temenên cuda de li bakurê Sûriyeyê. Peyama berhemê ev e, ku neheqiyên civakê li hember jinê bi hemû alavan dihîne ziman. Ev yek tevî hemî hewldanên civakên îro ku bi awayekî şaristanî xwe bihînin holê.

Nîvskarê anî ziman: Berhem hûrgilîyên jiyana her jinekê cuda pêşkêş dike. Çi ji bîr û ramanan ta xem û tirsên wan di dema şer de. Kurteçîrok rastiya jiyana rojane û metirsiyên li ser kesayetê û jîngehê rave dike.

Nûjîn Qido, 1996, nivîskareke kurd e, ji Efrînê ye, li Şamê jiday bûye û li Almanyayê dijî. Wê wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye, lê ji ber şert û mercên şer xwendina xwe neqedandiye. Ji weşanxaneya Biblomanya romana wê ya bi zimanê erebî bi navê “Telek li ser Milê Fata Morgana” jî hatiye weşandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…