Maf..

 

Ezîz Xemcivîn

Miletê me herdem doza mafê xwe dike, di hindirê piraniya Kurdan de dozek heye, navê ewê daxwazê (Maf)e.

Mafxwarinî..
Vêca ev çi ye?
Piraniya Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr û nivîskaran ne tenê maf û çi girêdanên bi maf ve hene binpê dikin..
Di vir de çend mînakan bibêjim, bi qasî wan jî dehcaran li bal min hene, lê ev dê hinekî ji mijarê zelal bike..

Di 2013an de nû hatibûm Elmanyayê, ji bo Festîvala helbesta Kurdî hatim
vexwendin, li wir yê wênekêş û vîdyo ji derve de nasekî min bû, piştî
mehrecanê reportacek belav kir, hemû helbestvanên beşdar derxistin, tenê
movika min an wêne an çi bi min ve girêdayî kamîreya wî nêzîk jî ne
bûye, wek ko ez ne li wir bûm!
Zikreşî û kîn, gerek berê nameya karê mirov neguherînin!
Paşî
hate bîra min ko bo çi ev tişt kiriye, beriya çend salan ji ewê
hevdîtinê min û wî gengeşeyeke zimanî kir, min gote wî ev hevok şaşitî
tê de heye, li min vegerand: Ez mamostayê zimanê Kurdî me û tu ji min re
dibêjî tu şaş î!?

Berî nuha dostekî pir nêzîk çendîn car ji min daxwaz kir ko li pirtûka wî vegerim û alîkariya wî bikim!
Di heman daxwazê de jî gotibû ko ez pêşgotinekê ji wî re binivîsînim..
Min
got: Pêşgotin ji bo pirtûkeka helbestan ne gerek e, min got jî wê
lêveger hinekî dirêj bike, çimkî karê min pir heye! Piştî çend mehan min
pirtûka wî bi lêvegereka hûrbîn jê re şand.
Berî demekê dostê min
pirtûka xwe çap kir û li ser Facebookê belav kir, di nivîsandina
belavkirinê de spasiya nivîskarekî kiriye ji xwe ew nivîskar jê re ne
giring e, çi naveroka pirtûkê ye, lê ya giring navê wî li ser bête
nivîsandin, çimkî pêşgotin ji wî re nivîsandiye.
Ji xwe dostê min navê min ne ji dûr ne ji nêzîk ve ne nivîsandiye û ji bîr biriye ko pirtûkekê diyarî min bike!

Nivîskarekî
din, ji min xwest li pirtûka wî vegerim, bi rastî ez ne vala me, lê
carina dikevim şermê, di dema daxwazê de bi gotina mamoste û mamoste
(tev ko ji evê peyvê hez nakim, lê dema karê wan bi dawî dibe, nema bîra
gotina mamoste dibin), ez bi hûrbînî lê vegeriyam û min bi sedan şaşitî
berçav kirin û piştî min ji wî re şand dîsa got va ye min ew têbînî
dirist kirin, ka dîsa eger tu karibî bixwîne!
Min dubare xwend û min ji wî re vegerand!
Piştî
pirtûk çap bû, ew jî ne ji dûr, ne ji nêzîk ve li ser westandina min
hîç ne peyivî ye û di ser re jî hevaleka min ji wî pirsî bû, gelo kesek
ji te re li pirtûkê vegeriyaye?
Bersiva nivîskarê me: Na, min bi xwe lêveger kiriye!
Bi
ser de jî piştî çend rojan min dît dostekî romana wî belav kiriye û
diyarî bi xêznivîsa destê nivîskarê me li ser pirtûkê imze kiriye!

Dema
me (Efrînê Evînê) derxist gelek hevpeyivîn, rêportac di derbarê mijarê
de çêbûn, digel me hemûyan hevpeyivîn pêk hatin, ji nav me jî kak
Zekeriya Efrîn derhênerê berhemê, yek ji wan hevpeyivînan acansa ANF
NEWS di nivîskî de nivîsandine: “Dokûmanter bi beşdariya hunermend Ezîz
Xemcivîn, Brahîm Kêvo, Gare Sazkar, Yara Hebîb, Firîşte Efrîn, Jîn
Xelîl, muzîsyen Ehmedê Çep, Mehmûd Horo, Hesen Gênco, Kawa Kalê û
derhêner Zekeriya Efrîn ve hate amadekirin.”
Ez kirime hunermend, lê di hevpeyivîna vidyo de ji xwe navê me hemûyan ji hevpeyivînê birrîne!
Di malpera Polîtîka jî, hevpeyivîna kak Zekeriya belav kirine, lê navê min hîç di mijarê de nîn e!
Li
malpereka din bi navê (Dengê Welat) ew jî bi mixabinî navê hemû hevalên
me yên di (Efrînê Evînê) de beşdar in, hatine nivîsandin ji bil navê
min ne hatiye nivîsandin!
Gelo ev tête çi wateyê, heta kengî em ê wisa dijminê hev bimînin.
Di dema nivîsandina evê mijarê de heman tiştekî wisa bi min re çêbû, lê bi rastî mirov şerm dike binivîsîne..
Bi hêvî me, ev şerê navxweyî, kîn, zikreşî û dijminayetiya Kurdan nemîne!
Bi hêvî me, em ji afrêneriya hevûdu çavtengiyê nekin..
Wêje daristan e, darên piçûk û darên mezin jî dinimîne, lê hemû digel hev daristaneka ciwan dixemilînin..

12.08.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…