Hejmara Hejdemîn a Kovara Şermola Derket

 

Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêşxistina peywendiyên şaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giştî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeş li şûna dûrxistin, cudabûn û dijminatiya di navbera wan de.
Ji pêşekiya hejmarê: “Bi her awayî, nabe ku tu netewe yan jî komeke mirovî maf bide xwe ku destdirêjiyên dermirovahî li dijî netewe yan komeke din pêk bînin, Lê tiştê ku di vê çarçoveyê de tekez e, ew e ku nebûna têkiliyê di navbera netewe, gel û civakan de sedema sereke ya van hemû destdirêjiyan e. Em dikarin bibêjin ku nasîn û diyalog rê dide bawerkirina bi hev û mirov ji ramanên tundrew û hişk dûr dixîne, her wiha berjewendiyên hemû aliyan ku erk û mafên her aliyekî yan her neteweyekê misoger bike, diparêze.
Di encamê de, pêwîstiyeke tekez bi hevjiyan û danûstandina şaristanî di navbera civak û çandên cuda heye.
Siyaseta parçekirin û çandina nekokiyan di navbera gel û mezhebên herêma Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên cîhanî yên serdest û hin rejîmên desthilatdar ve li herêmê tê meşandin û ev yek bandoriyeke mezin li demografî, erdnîgarî û hebûna gelên resen dike û metirsiyê li ser dîroka çandî û şaristanî ya herêmê pêk tîne. Di nava du serdeman de, ew siyaset bû sedema rêdana şerên mezhebî yên bi deh hezaran mirovên Lubnanî jiyana xwe ji dest dan û nakokiyên di navbera mezhebên Sunî û Şiî yên li Iraq, Yemen û Sûriyayê kûrtir kir. Her wiha arandineke xurt li dijî gelên Xiristiyan û Kurd ên li Tirkiyayê, Sûriyayê, Iraq û Îranê ku ew jî bû sedema pêkanîna komkujiyan û guhertina demografîk li wan welatan ku heta niha pirsa Kurd bêyî çareseriyeke mayînde li herêmê maye. Lewma bi gelek hewldan, lêkolîn û teorî hene ku dixwazin rûyê rastqîn yê dîroka hezar salên dawiyê li Rojhilata Navîn derxin holê.…”.
Di hejmara Hejdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola 236 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşekî:
– Diyaloga Çandan li Rojhilata Navîn.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê:
– Nêrînên nivîskaran der barê Diyaloga Çandan de
Lêkolîn:
– Melayê Cizîrî û Têgeha DIL.. (Diyar Bohtî)
– Mijarên Ziman .. (Berzo Mehmûd)
Hevpeyvîna Hejmarê:
– Li Gel Nivîskar Ciwan Teter e (Aram Hesen)
Pirtûkên Derketî:
– Ehmed Zeredeşt û (Çîrokên hêviyê).. (Reşîd Abas)
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Huner:
Pesnê xwe nede .. (Fatma Ehmed)
Jiyana Dînan .. (Alan Ebdela
Çîrok:
– Mamoste Jîn.. (Hind Ebdelo)
Serbest:
– Di Gulistana weşanên Kurdî li Sûriyê (Kovara PIRS û Rojnameya NEWROZ)..(Newafê Bişar)
– Ragihandina Azad û Parastina Hevgirtina Civakî.. (Dilyar Cizîrî)
Nuçeyên kovarê:
– Nameyên zarokan bi weşaneke taybet hatin çapkirin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Yusra Zibêr

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

<p...

Burhan Hesso

Bitenê,
tê here nemaya xwe,
ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be
Tu nawestî
Mîna laşekî vala , ji goşt
Ji hestiyan
Ji xwînê
Ji rehan
Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî,
bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî!
Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse
Qey tu Dîn î ?
Xwe nabîn î ?
Ev çi kîn î ?
Loma wilo bêmirês î
Û…

Yusra Zibêr

Dinavbera dan û standina ku îro li kolanê kurdî tê kirin piştî rûxandina rêçîma Esed ewe yek rêziya kurdî dinavbera hedû beşên serkede Enks û Pyd ê

Lê gelo doza yek rêziyê durste ?
Bo çi em nabêjin lihevkirin û rawistandina li ser kêşa netewî ya gelê kurd rûnên?
Ji ber ku îro derfeteke girîng hatiye holê…

Birêz nûnerê Emerîka
Birêz nûnerê Ferensa
Birêz nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî
Silav û rêz

Di destpêkê de, em hewlên we ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bilind dinerxînin, û em vê nameyê di derbarê kesûkarên xwe yên wendakirî di zindanên QSDê de arasteyî we dikin.

Birêzino,
Hîn çarenivîsa kesûkarên me di zindanên QSDê de, ji dema revandina wan ve û…