Nameyek piştgiriyê bi xwepêşandana Bruselê re

Endamên Yekîtiya Ewropayê yên birêz….
Rêz û silavên me ji we re:

Em tev dizanin û cîhan tevde dizane ku welatê me Sûriyeyê di nav du kevanan de dijî, û bûye welatekî ku di karesateke berdewam de dijî, û gelê wê her roj jehira mirinê vedixwe, ji her tiştî bê par maye, ji ber vê çendê ku jiyana welêt di destê dezgeheke ewlekarî, leşkerî, û istîxbaratî de ye, di destê rêjîma Beesî de ye, eva ku laşê dewletê dixwe, û haya wî ji êş û azarên welat û hevwelatiyan nîne.
Em îro roj li Sûriyê metelmayî li bêdengiya civaka navneteweyî dinihêrin, nemaze Ewropa, himber tawan û kiriyarên terorîstî ji aliyê hukumeta Beesa faşîst ve derheqa zaroyên gelê Sûriyeyê(ji Ereb û Kurd û Aşûriyan).
Di vî warî de, tiştê ku acizbûna me zêde dike ewe ku, rêjîm li pêş çavê cîhana pêşkeftî xwe dide nîşan dan weke rêvebirê çarenûsa gelê Sûriyeyê, û di nasnameya me dinivîse ku em weke opozisyoneke niştimanî ne niştimanperwer in, û divê em êzing bin..bişewitin ji bo xatirê mayin û berdewamiya rêbaza wî ya reş, ev hemî ser hisabê rûmeta welatiyê Sûriyeyê û jiyana wî û azadî û mafên wî yên ku ji aliyê zagonên mirovane û yasaya mafên mirovan ya ser bi NY ve hatine misoger kirin.
Diyare ku pirojeya rêjîma Sûriyeyê di valakirina Sûriyeyê ji Kurdan her berdewame di riya siyaseta wî ya tepeser de derbarê kurdan li dirêjahiya nîv sedsalê: siyaseteke kîndar himber gelê ku dewleta Sûriyeyê di gel birayên xwe yên Ereb û Fille de avakiriye, û qurbanî ji bo xairê Sûriyeyê dane, û encama vê yekê ew bû ku bêtirî 250 hezar kurd ji nasnameya Sûriyeyê bêpar bimînin, û bikaranîna çand û taybetmendiyên wan di çarçoveya welatekî yekgirtî de, werine qedexekirin !.
Niha, rêjîm dîsa hewil dide ku welêt bikuje û yekîtiya gelê wî parçe parçe bike, û kîn û fitneyan di nav wan de biçîne, û hewil dide xakê ji cotyarê kurd bistîne û bêtirî 155 malbatên Ereb ji deverên dinê bîne devera Dêrikê niştecî bike, û erd li wan belav bike bi behane û hincetên dûr ji yasa û mirovahiyê, di dema ku em dibînin ku dehan hezar malbatên Kurd û Ereb û Mesîhî bê erd in, û di rewşeke xirab de, jiyana xwe dibine serî.
Siyaseta ku rêjîm dimeşîne, dê negihe tu encamê, ji ber ku yê dixwaze yekîtiya gelên welêt têk bibe, di riya çanda girtin û zindankirin û koçbarkirin û xizankirin û terora rojane derheqa çalakvanên nêrînê û mafê mirovan û dêmokirasîxwazan de, dê têkbiçe û vaye dawiya rêjîma tek-partî û totalîter nêzîk dibe.
Ez weke mûxalîfelî Sûriyeyê, ku ji welêt û gelê wî hez dike, û jiyana xwe terxanî avakirina dewleta yasa û dezgehan-li ser bingeha dadmendî û mafê mirovan-dike, vê siyaseta şovonî derheqa gelê Sûriyeyê de, nemaze birayên me yên Kurd de napijirînim, û dengê xwe niha û di paşerojê de tevlî dengê wan dikim, û ji civaka navneteweyî daxwaz dikim ku piştgiriya doza me ya rewa û dêmokiratîk bike, û zixt û fişarên micid û bihêz li rêjîma Sûriyeyê bike ku siyaseta xwe ya hovane derheqa gelê Sûriyeyê de rawestîne, û hemû pirojeyên xwe yên nijadperest û şêwazên hovane li dijî birayên me yên Kurd bide sekinandinê û bê derengîxistin wan ji holê rake weke Kembera Erebî û pirsgirêka kurdên bênasname, û çareserkirina doza kurd bi riyeke adilane û dêmokiratîk di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de, di gel belavkirina azadiyan û veguherandina deselat û yasayê, û valakirina zindanan û serbestberdana hemû xebatkarên me yên wujdan û nêrînê, û karkirina li berjewendiya welat dûr ji hemû şêwazên şovonî û nijadperestî
.
Dêmokirasî ji welatê me Sûriyeyê re, dad û wekhevî ji milletê Sûriyeyê re.
Rêz û hurmet ji wî xwepêşanderê Sûrî yê mêrxas re !

Parlementerê Sûrî: Mihemmed Mamûn Humsî.
Lubnan-Bêrût
25/7/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…