Xwendinek di Roja Zimanê Kurdî de

Hişmend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja Zimanê Kurdî de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di dewlemendiya zimên û hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.

 

Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950 ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin.
Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de , heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê  herdem xwestine rê li ber pêşkertina Zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran pêk tê..
Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.
Di vê çarçewê de lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne.
Di aliyê rêzanî de jî parçebûna kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî rêzanî.
Di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.
Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê
Li Kurdistana Bakûr dewleta Turkiyê siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê bû , Niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî  de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn.
Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe diparast , Û bi taybetî piştî bayê guherînê giha Rojhilata navîn û derbas Sûriyê bû rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de hate guhertin û derbas qûnaxeke din bû , di vê derbarê de ji bo fêrkirin û pêşxistina zimên xebateke hêja hate kirin û hêjayî gotinê ye ku “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” yekem nivîsgeha partîzanî û yekem saziya fêrkirina zimên bi navê “Saziya Cegerxwîn” a fêrkirin û parastina Zimanê Kurdî li Efrînê damezrandin û bi dehan ji xort û keçên kurd fêrî xaknîgarî , çand , dîrok û xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî kirin.
Piştre xebata zariyên kurdî geştir û firehtir bû , û di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin hatin bidest xistin, ji Dibistanên seretayî de heya bi Zanîngehê.
Hêjayî gotinê ye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê Peymangeh û Zanîngeh hatin vekirin.
Her wiha gelek Rojname , Salname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibûn.
Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî bi Zimanê Kurdî tên bikaranîn.
Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , Lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine.
Li dawiyê Ez Roja Zimanê Kurdî tevahî gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî ez li hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin , geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên
ji hezkirina welête
Parastina zimên
ji parastina welête.

15 / 5 / 2021 Z – 2635 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…