Du Cotê Çav

Gurkan Elhac
Dilê êsîr di tewlê de
Binê bîrê di dewlê de
Du cotê çav birûsk lêda
Evîn û xwîn lehî pêda

Berûkê şer vekir lêda
Dilê bêçek xwe dî tê de
Xwe ber gulle negirt zêde
Birîndar ket di cengê de

Çiqasî dil xwe da alî
Li tîrêjên du çav alî
Evîn înaye bîst salî
Gerandim ez di çerxê de

Ne xewnek bû dihat û çû
Ne rojek bû hilat û çû
Awirên pir  şewat û dû
Pişavtin min teniştê de

Ji awirkê hezar name
Hinartin bê  pel û xame
Di koda dil de peyxame

Bi xitma çav muhur lêda

Li bin ebrû du mermûl im
Wekî jîjo du mijgûl in
Bi nêçîrê ve mijûl in
Dilê min ketye derbê de

Perê çava bi guvguvbûn
Du şanê pir ji hinguv bûn
Du perwanê miçî liv bûn
Niza ketbûn çi kerbê de

Du çava tîr liserhev dan
Hiş û sewda hemû tevdan
Kirim mat û mi dest levdan
Mi xatir xwest di rex wê de

Mi rêkir lav di çava de
Ziwa bû hêz di gava de
Li paşê min serî bada
Bi çîmanê diçû wê de

Serî mest bê mey û  bade
Du kul man raz hinava de

Xwe kir nîşan dilê sade
Vegestî can di pey wê de


Hejandim pê evînek zû
Vekir îro birînek nû
Li hêvya lê bikê pembû
Qemûş bigrê di sîngê de

Ne poşman im bi vî halî
Bimînim piştî sed salî
Werê derman bi dest malî
Nigê min best û qeydê de

Dîlok12.04.2023
Demjimêr 17.57 êvar

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...