Şehbazê partî

  Xelîl Sasûnî

Di helkefta yobîla zêrîna damezirandina partiya Demoqrata kurdî li sûriya yê, ez pêncî qevdê gulên rengînî diyarî partî bi rengekî taybet û hemî tevgera kurdî bi rengekî giştî dikim.
Helbesta min diyarî geyanî şehbazê partî, hozanê bi nav û deng, mamoste yê pêşîn, yê ku kelpîçê yekemîn di hîm û binyatê avahiya partî de bi destên xwe yê pîroz danî, “Dr. Nûredîn Zaza” dikim.

Silav ji bo te           serdarê partî
Hozanê bilind         simbola aştî
Tû rengê Diktor      Fûad û axtî
   Şahê partîzan     Nûredîn Zaza
Roja te partî           ji bo me çêkir
Navê demoqrat        te rabû lêkir
Koçka xebatê         ji kurd re lê kir
  Firî asîman           tû rengê baza
Ji bona partî:          dibûyî dûrbîn
Ji kadiran re:           dimayî hûrbîn
Li şofîniyan:            dikir te qêrîn
  Qîrên te xweşbûn   bêtir ji saza
“Eger divêtin           nebin tar û mar
Kurdî bixwînin         her gav û her car
Payîz,zivistan,         havîn û buhar
  Da hûn nebin wek:  Aşûr û Laza
Eger hun bêtir        divêtin xweş nas
Bibin bi xelkê..re     dost û hev nas
Ji Kurdan hun         bibin xweş rênas
  Dîsa bixwînin    bi kurdî aza”
Bi wî denge zîz       te bankir xorta
Dijmin divêtin          bi pesn û forta
Bo we bikolin          kortal û korta
  Da ku nêçîrkin  we rengê qaza
Ji bona hun hew      bibin giriftar
Dijmin nexwin we    rengê gurên har
Li dijmin bibin          win pêtî û ar
  J`hev bidne alî   yên pîs ji taza
Tû hatî girtin            bi çendê cara
Li”Mezzê” tu bi…     destê neyara
Li `Emmanê” tû        b `destê xem sara
Li”Musil” te dan  kaş û hevraza
Bo milletê xwe          sed jan te kêşa
Ji bo sêwîyan            tû pir di êşa
Bo xebata gel            te da sed bêşa
Ketî rojên teng       sawêr û raza
Di ber millet de          tû bûy sitem bar
Eşay di ber de           tû mayî xem xwar
Cor û cefa dît             ji dest sitemkar
Te dabû ser rê….   Li  kaş û gaza
Ey kurê Kawa            nevyê Şerefxan
Bo kurdê Sûrî             tû bûy Bedirxan
`Ubeydê Nehrî            Xanî,Seyid Xan
  “Cinef” te himbez…   kirî şehnaza
Ew ramanên te            sade ji zêr bûn
Herdem li jor bûy         Lê em li jêr bûn
Ên nijad perest            Li ber te gêr bûn
  Siyaset meda. . . . .rê jîr û aza
Li pêsiya gel                her tişt dizanî
Le ma em çibkim          me hew dizanî
Dimay tu suxtê             şêrê Barzanî
  Bo pekanîna      doz û niyaza
Pêşîwayê min              kurê Şêx Se`îd
Suxtê Barzanî              û Qadîyê şehîd
Bo kurdê Sûrî               tu newroz û îd
  Namrî.tû saxî     Nûredîn Zaza

Têbînî:

-Ev helbest, di şevbêrka ku “Partiya democrat a kurdî li Sûrî” di pêncî saliyê damezrandina xwe de li bajarê “Qamişlo” li dar xîstibû, hate xwendin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…