Agahî

Bavê Zozanê
Berî her tiştî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .

Lê li  Europa li welatê penaberiyê tiştê herî balkêş ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek  her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek evê cejna pîroz ne di roja wê de lidardixin.

Bi mehna karê milet heye ,dibîstana zaroka heye û gelek eger û çîrokên pûç û vala,çime ez qurban qê li welat karê milet  nîne yan jî dibîstana zarokan nebû???

Bi rastî em tev dizanin bê di bin çi zor û setemê de û li hember çi deselatê milet newroza xwe di 21 avdarê de li dar dixist, ta digha pêpelûka hin xortan tilîka xwe birîn dikirin qene wek neçûneke rewayî  yan jî rêdaneke yasayî ji rêvebirê xwe yê dewletê re pêşkêş bikin û ji cezabûnê xwe biparêzin.
Wisa jî şagirtên dibîstanan yê navendî û bijor de, afatî li ser destê rahênerê leşkeriyê didîtin, digha qewtandina wan ji dibîstanê  yanî cezakirina mewdanî û pir tiştê din…

Wisa jî em dizanin ku ji bo vê cejna pîroz ku di 21 meha avdarê de timî li welêt li dar diket ,gelek cangorî wisa jî qurbanî wisa jî nemir jiyana xwe ji dest dan, li ser serê wan pakrewanê hêja Silêman Adê ku di pêşendana Newroza Şamê de sala 1986an de li ser destê deselata Ba`s û bi fîşekên tuxumperesran canê xwe ji dest da.

Hêve ji we hemyan dikim bê ku ti kesî bi nav bikim,ku vê cejna pîroz nexin rengê dawetan yan şahiyan çi roj werê bîra we hûn herin bikin cejna Newroz ê ji ber ku ev cejn hatiya naskirin ji hezarên salan ve ku di roja 21 yê avdarê de ye ,ne jiyan disekine û ne jî goka zemînê wê xurtir bizivire heger hat û newroz di roja xwe de lidarket.
Karê me li Ewropa ne giring tire ji karê welat û zarokên welat jî ne kêmtirin ji yên Europa ..

Dost û hevalên hêja:
Li welat me şeva 20 avdarê agirê newrozê vêdixist û roja din 21ê avdarê  li çolê me Newroza xwe li dardixist…
Liberketin û alîkariya we cihê rêz û baweriyê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…