Komeleya Kurdî-Elmanî (Şilêswîg-Flenisburg) hate damezirandin

Di 27ê rêbendana (Çilê Paşî) 2023an li bajarê Şilêsvîg – Elmanya damezrandina Komeleya Kurdî-Elmanî Schleswig-Flensburg e.V. hate ragehandin.
Komele ji aliyê siyasî, nijadî û olî ve bêlayen e.
Armanca komeleyê piştgirîkirina Kurdên ku li Elmanyayê li herêma Schleswig-Flensburg dijîn.
Vekirina waneyên zimanî, civînên hevpar, çalakiyên perwerdeyî û danûstandinên li ser jiyana Elmanî-Kurdî, pêşvebirina çanda Kurdî, alîkirina giştî ligel komeleyên Herêma Kurdistanê (yên bê qezenc) ji bo baştirkirina rewşa Kurdan li seranserê cîhanê ye.
Li bajarê Şilêswîg ev yekem car e Komeleyeka Kurdî-Elmanî bi beşdarbûna kesayetiyên Kurd û Elman hate damezirandin..
Civîna ragihandinê ji bo xwendina rêbaza sereke ya komeleyê bû, danûstandin li ser xalên di rêbazê de hatine û nerînên corbicor li ser cîbicîkirina bendên wê..
Desteya birêveberiya Komeleya Kurdî-Elmanî ji heft kesên sereke (Kurd û Elman) û ji du kesên yedek pêk tê.
Komele karên xwebexşî dê bike û tu qezencê beraber nawergire..
Di evê derfetê de destê dostanî û birayetiyê dide hemû komeleyên civakî, rewşenbîrî û hunerî li herçar parçeyên Kurdistanê û li Elmanyayê, ji bo danîna pêwendiyan tako digel hevûdin bişên rajeya (xizmet) miletê Kurd bikin.

29.01.2023
Beşê Ragihandinê
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.
…………………………………..

Wêne: Rêbaz Elî Namiq

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...