Daxuyanî ji nerîna giştî re

 

Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kirin. Herwiha hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên artêşa niştimanî ya Sûrî bi hemû çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û bi deh hezaran ji gelê me koçber bûn ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de.
Piştî Pênc salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de di kiryarên xwe yên ne mirovî de berdewamin ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir di nav kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li herêma Efrînê pêk bînin.

 

Siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azarên gelê xwe de bi bîrtînin , herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û bi bîra xwe tînin , û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina heyamek erênî û parastinek pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê.

19 / 1 / 2023

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Endezyar Bassel Kasnasrallah

Îhtîmal heye ku şerê îro bê sedeman e, bê tank û teyare û askerekî zexmîn, lê ew di dîtina herî xurt de aramtir e û xetertir. Ew “şerê hêza nerm” e, wisa ku wekî hevnîkek bi rêwîtî tê hereket û digel winda bibe, di rewşa ku xezalkek bilind dida, tê kêşandin….

Weşandin û amadekirin: Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan – Rased

Nabera: 6 Adar – 10 Nîsan 2025

Pêşgotin:

Di nav bera Adar û Nîsana 2025 an de, li herêma Berava Sûriyê bi taybet li bajar û gundên Latakiyê(laziqiyê) û Tartûsê – tund û tûjiyek Quris dijî kesên sivîl…

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev. Lê karê min…

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…