KOÇA BARKIR

 

A. XELÎL

Nivîskar û çîroknivîsê Turkî, yê hêja û nemir Ezîz Nesîn di bîranînên xwede tîne ziman, ku dema ew di Zindanê de bû gelek girtîyên bi xwere naskirin, ew ne tenê kesên xwdî raman û bawerîyên siyasî bûn yan jî têkoşer bûn ku li hember rêjîma turkî yê serî hildabûn. Di nav wan girtîyan de gelek xwdî guneh û çete jî hebûn. E. Nesîn dibêje, min yekî gunehkar di zindanê de naskir ku hişekî sade li ser bû û bi Fantaziyêke zelal û berfireh çîrok û bûyer digotin. Me gelek ji hev hezkir û ew jî her sibe li benda min bû ku tiştekî ji min re bibêje. Min carekê ji wî pirsî: Gelo kîjan ji van bûyeran raste , kîjan Fantazî ye? Dibê li min nerî û kenîya û got: bi xwedê ez jî nizanim kîjan raste, kîjan derewe!

 

E. Nesîn wilo şirove dike: Dema ku mirov bûyer û çîrokan dubare û sêbare dike, îca ji xwe bawerdike, ta ku demek tê ev mirov dibîne ku ew çîrok dibin bûyerin rast û ji xwe bawerdike wek ku rastî yekê.
Gelek Hunermendên me jî bûne nola wî girtîyê zindanê! Mixabin.
Diziya Awazan, stranan (çi perçek jêbe, çi hemî be) di dîrok û qada hunerî de ne tiştekî nû ye.
Çi li rojhilata navîn be, çi li Ewropa be û çi li seranserî Cîhanê be, ev tişt çêbûye, çêdibe û ewê hê di pêşerojê de jî çê bibe. Li her deverekê bi rengekî tawanbar dibe û cuda cuda mafê Hunermendan tê standin an jî binpê dibe. Di dîroka hunera Erebî de ev tişt gelekî balkêşe û pirr çê dibe, ji dema ciwanîya Hunermendê bi nav û deng M. Ebdulwahhab ve û ta îro, gelek çîrokên wî jî derketin. Em ji wê ne dûrin.
Tê bîra min bê çawa Hunermendê Kurd, yê bi nav û deng, Şivan Perwer gef li Ibrahîm Tatlisis dixwarin, çima ku Î. Tatlisis stranên wî guherîne an jî gotine û Şivan agahdar nekirîye, dixwest wî bikşîne Dadgehan, û ev tişt kir. Şivan di virde xwedî maf bû û gerek her hunermend doza mafê xwe bike. Mixabin li alîkî din em dibînin ku Hunermend Şivan Perwer, Gulîstan Perwer, Aram Dîkran, Seîd Yûsuf, M. Eli Şakir, M. Ezîz jî di vî warî de kêmanî kirine, û wan jî mafê Helbestvan û hunermendan binpê kirine, çi kêm çi pirr.
Di virde min, wek nimûne, navên çend hunermendên kurd anîye ziman, ew yên ku gihiştine asteke bilind û cihê wan di nav gelê Kurd de jî pirr xuyaye, li xwe danîn û mafê Hunermendan xwarine, çi wek Helbest, an jî wek Awaz, mixabin! Ev Hunermend dibin nimûne ji hunermendên nûhatî re, ev tiştekî ne raste bi nerîna min.
Çavreşî û zikreşîyek pirr mezin di nav hunermendan de ava bûye, bê ya sitar! Tu kes ji wan li xwe danayne vê rastîyê bibêje û wilo dighê asta ku mafên Henermendên ne pir nas binpê bikin.
Bi bawerîya min gelek sedem bo vê pirsgirêkê hene, belê di civata mede, civata rojhilatê de, çi cihana Erebî, tirkî û wilo jî kurdî, vedigere bingeha civatê wek civateke fewedal, ku hê jî di bin bandora eşîret û malbatê de ye. Civat bi çend rewşenbîran, an jî bi çend Partîyên siyasî, nagihêje asta ku mafên mirovan bên parastin û rêzgirtin. Çi bingeh hê di civata kurdî de çê nebûye ku wek sazî û ragihandinên civakî bên bi karanîn û bibin rêbaz bo parastina civatê bi giştî. Ya hê giring jî eve, ku zagon û dadgeh nayên bi rêvebirin bi rengekî serbixwe û azad. Piranîya pirsgirêkên civatê yên civakî bi hesanî di rêya xal û xwarzîtîyê re, yanî malbat û eşîretê de tên tevdîrkirin, yan jî bin pêkirin.
Ev demeke dirêje, ku min dixwest, zelal bikim û bidim xuyakirin, ji dema ku Hunermend Sefqan hevpeyvînek li gel Henermend Faris û kurê wî Osman, di Bername ya xwe de, Awazên Rojava kiribû, li Qamişlo di sala 2021 de. Mijar hate ser çend stranên xweş ku Hunermend Fariso ji zûve belakirine bi dengê xwe. Min ji berê ve bihîstibû ku çend Stran hene bi navê Hunermend Fariso hatine tomarkirin û qeydkirin, ew stran ne yê wîne, li wî pîrozbe tomarkirina wan stranan, belê bo çi mafê dahêner tê xwarin! Tev ku Sefqan di vê şevbuhêrkê de tekez kir û pesenê evan stranan jî da, lê dîsa Hunemed Faris tekez kir ku ev stran yê wîne, wilo!
Ew Stran jî evin:
Koça barkir
Canê çima ji min xeyêdî
Ezê bêjim bibilînim her seatê li ser te.
Gelo ev helbest û stran kîjan hunermendî afirandiye û kengî?
Wek hemû dizanin, ev her sê stran bi dengê Hunermend Faris bavê Firas hatine tomarkirin û belakirin jî, ev tiştekî ne veşartî ye.
Ev her sê stran, hêjano, çi Awaz û çi Helbest  ew yên Hunermend Bedran Derwêş Faris in, ku ji Gundê Gulîca ye û bi ser Amûdê veye. Ev stran, Hunermend Bedran bi devê bi xwe ji min re tekez kirî ye, ku di sala 1978 an de hatine amadekirin û bi awazkirin. Û bêtir ji carekê Hunermend Fariso bi xwe hatîye Gulîca û ev stran xwestine.
Hunermend Bedran xwedî dîrokeke nas û paqije, û ew ji kesên pêşî bû ku li Amûra Cimbişê dixist û li Amûdê û der û dora wê naskirî ye. Gelek caran dide xuyakirin, ku ew bi xwe ji stranên M. Arif, Aram, Mehmûd Azîz fêrbûye û stranên wan gotine.
Ev her sê Stranan xwedî bingeh û çîrokin, ku çîroka wan ya evîneke seqet bû, ku bi serî nebûye. Hunermend Faris bavê Firas vê çîrokê dizane, mixabin.
Di bawerîya min de eve erkeke mêranî ye ku Hunermend Fariso xwe rexne bike û vê rastîyê bîne ziman. Herdû hunermend jî bi nav salan ketine, Xwedê temenekî dirêj bide herduwan, wek ku ez dizamin ev demeke dirêje tendurustîya Hunermend Bedran gelekî aloze, ne başe, nikare bipeyive.
Ez hêvîdarim tu kes vê nivîsa min bi rengekî kesayetî negire û armanca min pêşketin û parastina mafê Huner û Helbestê ye.

koça bar kir:
https://www.youtube.com/watch?v=9Y8-35QbpMI
Ezê bêjim bibilînim:
https://www.youtube.com/watch?v=WXA2o_HcGfg
Canê çima ji min xeyêdî:
https://www.youtube.com/watch?v=Gbf5uH4AgMU

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…