SEBİRA SALAN

Xizan Şîlan

ez
rêwiyê rêya çolistanên
bêveger im
serkêşê karwanê kûrahiya ramanên
feylezofan im
li nav kelem û striyên hişkebeyaran
li heqîqeta nependî
digerim

bi rîsê neynokên giyanê xwe
tevna zanistî û fazîletê
dihûnim
çirûskên hêviya pêşerojê
di hembêza berbangên rûken de
vedişêrim
erd di bin gavên min yên sist de
westiya
ez
bi dengê xumxuma çemên bi coş
stranên şahiya evîndaran
dilorînim
li ser parsûyên qefesa werîmî
nexşeya welatê qedîm
dineqşînim
ji parzûna serdemên genî
aramî û bextewariyê
dipalînim
tovên xweşbînî û nefsbiçûkiyê
li nav baxê heft parzemînan
direşînim
ji pêsîrên guregura reşewrên baranê
şîrê hezkirin û bêrîkirinê
dimijim
dergeha zîndanên demên pûşt
bi şîfreya kilîda mizgîniyê
vedikim
ez
gemara rûpelên dîroka reştarî
bi şijinga awirên tûj
rêş dikim
karxezalên quntera çiyayên Şengalê
radikim govenda azadiyê
xemla ala serkeftinê
di paşila şervanên mêrxas de
dihewînim
tîra kevanê ya sebira salan
ber bi şewqa rojên geş ve
dipekînim
ji tesadûfên valahiya gerdûnê
gelek afirîneran
ava dikim
ez
sira xaçepirseke veşartî
û efsûnî me
li ser axa vê dinyaya fanî
xewna jiyaneke derewîn im
li xweşsohbeta şevbihêrkan
him hostayê gotinên zarxweş im
him jî henasa gewriya
keserkêş im
li gulîstana biharên rengîn
him dipişkivim
him jî diçilmisim

Xizan Şîlan
2022-02-22
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…