Gotina Min ji Birêz Bernard Kouchner re, Wezîrê Fransa yê Berê

Konê Reş

Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û şanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweş bi birek nivîskar û rewşenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamişlo pêk hat.. Piştî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî ji wan gotinek got, birêz Bernard Kouchner xwest ku fikir, daxwaz û nerênên me wek nivîskarên kurd, di vê rewşa ku em li Sûriyê û Rojava tê re derbas dibin, nas bike.. Kêfxweş bûm ku gotina pêşî dane min. Min jî ev gotina xwe bi kurtbûn ji wan re got:

 

  (Birêz Bernard Kouchner! Em kêfxweş in bi hatin û dîtina we.. Hûn bi xêr hatin bajarê me û bi xêr vegerin! Ev dîdara bi we re dîrokî ye.. Em pê kêfxweş in.. Nexasim ku we xwe li navenda Hevgirtina Rewşenbêrên Rojavayî Kurdistanê (HRRK)ê û nivîskaran girtiye.. Ev navenda ku tev çalakiyên wê bi zimanê kurdî, tîpên latînî ye. Wek ku hûn dibînin evên ku li pêş we rûniştîne tev rewşenbîr û nivîskarên kurd in. Tev bi kurdî diaxifin û piraniya wan bi kurdiya latînî dinivîsin.. Ew kurdiya latînî ya ku ji berî 90 salî ve, yekemîn car bi izin û destûra hikûmeta we ya ku di Sûriyê de desthilat bû, dest pê kiriye û ji wê hingê ve, di her çar perçeyên Kurdistanê de berdeste.
 Di sala 1932an de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kir; di destpêkê de bi siyasetê mijûl bû û hêza xwe di şerê polîtîkî de derbas kir.. Paşê, piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ber hatine girtin, berê xwe da eniya ziman, rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kir.. Wî, ji berî 90 salî ve bi destûra hikûmeta we li Şamê, di roja 15 Gulana 1932an de kovara xwe HAWAR, li Şamê, bi tîpên latînî weşand û bi wan tîpan di rûpelê pêşî de gotiye:
“Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin..”.  Hawara wî bi tîpên latînî, qêrîn û gaziya kurdan bû.. da ku kurd zimanê xwe biparêzin, pê xeber bidin û his û hestên xwe pê bînin der.
Birêz Bernard Kouchner! Em jî roja îro, li felet û xweşiyê xwe digerin.. Em jî dixwazin xwe nas bikin û xwe ji miletên dinyayê re bi zimanê xwe, xwe bidin naskirin..
Belê ezbenî! Ji encamê wê destûrdana we ku kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Şamê bê weşandin, roja îro, em kurdên Rojava, bi alfabeya latînî dinivîsînin.. êdî nema em zanin kurdiya xwe bi tîpên Aramî binivîsînin.. Herwiha bi dehan enstîtut, kovar û rojname li seranserî Kurdistanê û sirgûnê bi wê alfabeyê têne weşandin..   Nexasim ku ji dor 10 salan ve dibistanên bi zimanê kurdî li Rojava hatine vekirin, keç û xortên me di wan dibistanan de bi zimanê xwe û alfabeya latînî dixwînin.. Ez jî wek nivîskarekî kurd ji Rojava, li gor vê kirîza ku Rojava û Sûriye bi tevayî tê re derbas dibe, di rêka we re ji hikûmeta Fransî hêvî dikim, ya ku bi şoreşa 1789an navdare di dinyayê de, ku alîkar be bi me re û me bi van her du xalan biparêze: yek; ku em di gund û bajarên xwe de, li ser xaka bav û kalên xwe bi aramî û selametî bijîn, dudo; zimanê me bibe duyemîn ziman di destûrê dewleta Sûriya nû de..).
Û di dawiya goina xwe de, min ev pirtûkên xwe diyarî wî kirin:
1 – Dîroka Qamişlo: Lêkolînek berfireh e, 375 rûpel e.
2 – Jiyana Rewşenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min: 210 rûpel e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…