Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina Alfabeya Kurdî Latînî

Konê Reş

Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser şopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.
(…Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paşiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşwan. Mêcer Nowel (Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.

 

 Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û (I,ي) ji (E û ي) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman? Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî, bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin..
  Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne. Di sala 1925an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîştine pêşberê Mehkema Xarpûtê.
Di sala 1924an de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin…
Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me nişan kirine lê bi herfinen din nîşan kirî bûn.
Her wekî me berê jî çend caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paşiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye..
Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e..)
Mîr Celadet Bedirxan Hawar, 13/1932 Şam

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…