EHMEDÊ ŞÊX SALIH 1935- 2017

 

Birahîm Qasim

(Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd Ehmedê Şêx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexweşxaneyekê Li Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda,û piştî termê wî ji bo Eyndîwerê hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin).Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif
Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê şêx Salih daxive ango mirov li ser şoreşeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser şêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û eşkerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine eşkerekirin û li qada wêjeyê derketine. Mirov her tiştê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê Şêx de dibîne û bi zimanekî resen,şîrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û  kûrwêne bi hemû alavên helbestê hatne nivîsandin.

 

Di destpêka helbesta xwe ya  malikîne bi şêweyê klasîk li ser ritim û newaya pêlewaza sêdengî(Almuteqarib) daxwaza ferzenê ji Xuda dike ku ew bikaribe xizmeta mafê gelê xwe yê bindest bike.
Bi destpêkê min kame tirsa Xudê
Bihêvî me ew ferzena min bidê
Sipas û pesin jê re min bê jimar
Di ber vî gelê bê beş û tar û mar
Welatê xwe dide nasîn ku ew bûye wek stadyûm û meydanek şer  û ji her alî ve dagir dibe.
Welatê me yarîgeh û pêger e
Ji lew herdemî tê de ceng û şer e
Gazî gelê xwe dike û dibêje ezê vê nameyê ji bo te terzû û serast bikim û bi rengê kurdayetêyê ji bo çareseriya mafê te bişînim.
Ezê nameyê bo te Kurdê delal
Bihûnim bihêvîs û polê xumal
Bi danîn û levdanekî berketî
Ji bo maf û daxwazê vî miletî
Ew bi hebûna tekoşîneke mayînde û nû di navbera xerabî û başiyê de bawer dike, û bawer nake ku lihevhatineke di navbera wan de çê bibe,çimkî ev girtinheveke Xudayiye ji dema Qabîl û Habîl de ye.
Dibendî li vî warî bû jîwerek
Nema êdî levbêne herdû berek
Xuya ye hevalbendên hevdemê bi êkre bibûn palbend di damezirandina dibistaneke taybet ji hemû helbestvanên dema ronakbîriyê bi taybetî helbestvanên Rojavayê Kurdistanê yên helbesta şoreşgerî li dijî kiryarên desthilatên welatê me yê dagir û dabeşkirî dinivîsandin.
Êş her ew êş e  her ku diçe rewş nexweştir dibe lê li beramberî wê edebiyata kurdî geş û gurtir dibe, dema em helbestên wan helbestvanan dixwînin baweriyek dide me ku ziman, wêje û hunera gelê Kurd li gor edebiyata cîhanî zindî û di asteke bilind de ye.
Helbet gelek helbestvan, ristevan, hunermend û stranbêjên gewre di dîroka edebiyata kurdî de hene, navên wan bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin û di demeke kurt de pirtûkxaneya kurdî ji hemû cureyên helbestan dewlemend û zengîn kirine.
Dêrka Hemko

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…