Na ji kuştina jiyanê re!

Şêrîn Ebdo

Silogan gotinek e, ka kirin û pabendiya mirov bi evê gotinê?
Li bin sîwana evê siloganê “Jin jiyan e” jiyan tête kuştin, jin xwe dikuje û tête kuştin!
Li bin sîwana evê siloganê gulên nûpişkuvî di buhara xwe de têne jêvekirin û xemla jiyanê winda dibe..
Li bin siya şuştina rûmetê xencera nezaniyê di sînga jînê de tête çikandin..
Seyr e! Em di serdemeke vekirî û pêşketî de dijîn lê hizir, hiş û ramanên hin mirovan hêj di serdema nezaniyê de çalak in, hêj civaka me di serdema kevirî de dijî.

Çima, ji bo çi, bi çi mafê nêrzayekî hişkufikî fermana kuştina jinê dide û çi yasa maf dide jinê ku xwe bikuje an xwe bişewitîne?

Jin jiyan e, dema ko jin bi xwe mafê jiyankirinê bide xwe, jin jiyan e dema bav, bira malbat, ol û êl mafê jiyanê bidin jinê..
Jin jiyan e dema ko dê baskên kevoka xwe nebirîne û çiqas kevok bilind bifire û rêya vegera xwe winda bike hêlîna xwe li bal dêya xwe bibîne..
Dibêjin û tê gotin ko jin nîvê komelgehê ye û pir caran komelgeh bi xwe ye, dema jinek an keçek xwe dikuje an tête kuştin ew bi tena xwe namire bêguman komelgeh jî pê re tête kuştin û stûnek ji stûnên berdewamiya jiyanê dişkê û bingehek ji bingehên avakirina mirov hildiweşe.
Bala mirov dikêşîne di “Roja jinê ya cîhanî” de hawara nêrzayan ber bi asman ve diçe û bi bilindiya dengê xwe bang dike ” Jin jiyan e” û bêdeng li bin sîwana rûmet û paqikirina rûmetê bi dilekî sar û tije kîn jiyanê dikuje!
Balkêş e, ji destpêka evê salê de 2022an kuştin û xwekuştina jinan bi şêweyekî li ber çav û mezin li nav civakê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê zêde bûye, mixabin li hember evan kiryarên kirêt tu hewildan an çareserî nehatine dîtin û ne jî hatine kirin!
Kî berpirs e, li hember kuştin û xwekuştina jinan?
Kî dibe sedem heta jinek an keçek biryara xwekuştinê bide û jiyanê dikuje, kî dizane jî gelo ewê jinê xwekuştiye an hatiye kuştin?
Di hemî ol û yasayan de kuştina mirov, ajal û her tiştekî ko ruh tê de heye gunehkarî ye û kujer divê were sizakirin, li hember vê gunehkariyê ol û yasan çi çareserî peyda kirine?
Rêxistinên mirovî bi giştî an ên taybet bi parastina jinan ko li dijî kuştin, xwekuştin û tundûtûjiya li hember jinê tête kirin çi kirine û çi hewildan hatine kirin ji bo rakirin an kêmkirina kuştin û xwekuştina jinan?
Tekez pir sedem hene dihêle ku bav, bira û êl fermana kuştinê li ser jinekê bidin û pir sedem jî hene dihêlin ku jinek an keçek biryara xwekuştinê bistîne lê li bin çi rewşê û sedem an fişarekê de be nabe mirov xwe bikuje an were kuştin.
Hin caran nezanî, bêhişyarî an bêhizirî dibin sedem ko mirov di kêlîkeke de rêya rast winda bike û têkeve şaşîtiyan,
Girîng e civak, yasa, ol û rêxistinên mirovî û kesên ko li mafên jinan xwedî derdikevin û diparêzin çareseriyê ji evê pirsgirêkê re peyda bikin ji ber ko kuştin û xwekuştin ne çare ye û ev rûdawên han ber bi zêdebûnê ve diçin û cihê metirsiyê ye ko hêj bêtir bibin.

24.05.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…